Çalakiya Leyla Guven di roja 98'emîn de ye
- 11:50 13 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 96'emîn de berdewam dike, rewşa tendirstiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 96'emîn de berdewam dike. Leya ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
Tendirustiya Leylayê têk diçe
Leyla ya ku ji ber çalakiya ev demek dirêj e berdewam dike pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê dijî, êdî nema dikare vexwarinê jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê dijî û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Herwiha hat ragihandin ku bi leylayê re helîna pasurkan ya ku peyda bibû jî lezgîntir bûye, Leyla nema dikare rûnê û dirêjkirî dimîne.
Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.
Di roja 100'emîn de biryara çalakiyan
Di çarçoveya çalakiyên HDP'ê de wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven ku rastî 15'ê Sibatê tê de li 15 bajarn meş bên lidarxistin. Meşa ku wê li Colemêrg, wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve bê kirin wê bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baglara Amedê ku saet di 12'an de bê dayîn bên bidawîkirin. Di meşên ku wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven de bên lidarxisitn wê bi berdilkên ku li ser wan wêneyên Leyla hene û bi berzkirina dirûşmên li dijî tecrîdê bên lidarxistin.
Çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 60'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 85'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 59'yan de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 59'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 25'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 30'an de berdewam dike.
Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku 291 kes li girtîgehan di gerevê de ye.