'Baweriya me bi hêza me heye'
- 11:27 13 Sibat 2019
- Rojane
Rojda Seyidxan - Hêlîn Mihemed
HESEKÊ - Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê ya ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Hesekê hatibû lidarxistin, ket roja xwe ya duyem. Jinên ku beşdarî çalakiya Konê Greva Birçîbûnê bûn gotin:"Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin. Baweriya me bi hêza me heye."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 98'an. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin. Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê ya ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Hesekê hatibû lidarxistin, ket roja xwe ya duyem. Jinên ku beşdarî çalakiya Konê Greva Birçîbûnê bûn gotin:"Heta ku tecrîd û neheqiyên ku li Gelê Kurd tê kirin bi dawî bibe em ê li berxwe bidin."
'Ez dev ji têkoşîna xwe bernadim'
Endama Kongreya Star Rojîn Botan a ku ev 12 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Heta em encamê bigirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Ez dev ji têkoşîna xwe bernadim. Em komploya li ser Rêberê xwe bi bi zimanekî tund şermezar dikin. Heta Rêber Apo azad bibe em ê li ser piya bin."
'Baweriya me bi hêza me heye'
Endama Sûriyeya Pêşerojê Şêrîn Yûsif jî wiha got:"Ji bo piştigiriya hevalên xwe em hatin Amûdê. Em berxwedana Leyla Guven û girtiyan pîroz dikin û em dibêjin ku em ê heta dawî piştigiriyê bidin wan. Em wek jin heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin û piştgiriya hevalên xwe yên di zindanan de bikin. Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin. Baweriya me bi hêza me heye.Heta ku tecrîd û neheqiyên ku li Gelê Kurd tê kirin bi dawî bibe em ê li berxwe bidin."