Înîsiyatîfa Nivîskarên Kurd: Dibe ku sibe dereng be
- 11:23 13 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Nivîskarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bang li rayedarên dewletê kir ku demildest daxwaza Leyla Guven û girtiyan bê pejirandin û tecrîd bê rakirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 98'an de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger li gelek girtîgehan û li gelek bajarên Ewropayê jî didome. Ligel vê her diçe piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî zêdetir dibe. Înîsiyatîfa Nivîskarên Kurd jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dauxyand û bang kir ku divê demildest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û tecrîd ji holê bê rakirin.
Daxuyaniya Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd wiha ye:
"Wekî ku tê zanîn Abdullah Ocalan ji Nîsana 2015’an vir ve bi malbata xwe, parêzer û wasiyê xwe re nikare hevdîtinan bike. Ji bo ku ev tecrîda li ser wî rabe jî Wekîla Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva bîrçîbûnê ya bêveger û bêdem kir. Ji ber ku ev demeke dirêj e di greve de ye êdî jiyana Leyla Guven gihîştiye xetereyeke mezin.
Daxwaza gitiyan ya civakê ye
Di girtîgehên Tirkiyê de gelek girtî û nivîskar ji bo ku daxwaza mafdar a Leyla Guven bi cî were ji bo piştgiriyê, wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Em bi xemgînî dişopînin her ku ev daxwaza mafdar bi cî nayê hejmara girtiyên ku dikevin grevan zêdetir dibe û rojên grevan jî bi paş de diçin. Hejmara girtiyên ku ketine grevan ji 300’î boriye. Hin girtî nêzîkî 60 roj in ku di grevê de ne. Encama van grevan dê çawa be tu kes nizane. Heta roja îro jî ji bo ku ev grev bi dawî bibin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tu gav nehatiye avêtin. Wekî ku ev çalakî tune ne tev digerin û bi vî awayî jiyana mirovan ji nedîtinê ve tên. Ev greva ku tê kirin ne tenê daxwaza Leyla Guven û girtiyan e, her wiha di heman demê de daxwaza civakê bi xwe ye ku bandoreke neyênî li tevahiya civakê dike.
'Bila aştî pêk bê'
Em wek Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd ku parçeyek ji vê civakê ne, ji bo ku mafên wan ên tenduristî û jiyanî were parastin divê rayedarên dewleta Tirkiyê demildest bersiva çalakgeran bide. Bi ya me ev yek ne ew qas karekî zehmet e, lewre civak bi tevahî li hêviya hin gavan e. Hemû hemwelatiyên kul i Tirkiyê dijîn; çi kurd, çit irk, çi ereb her kesek dixwaze di nava civakê de her û her aramî serdest be. Divê rayedarên dewlet jî greva birçîbûnê wekî gaveke nû binirxîne û ji bo aştiya nav civakê were sazkirin hin gavan bavêje.
Ji bo ku aştiya nav civakê were sazkirin, daxwaz û banga me ji rayedarên dewletê ev in; daxwaza Leyla Guven û girtiyan ya ku divê li ser hemû girtiyan tecrît were rakirin, were pejirandin. Piştî vê yekê jî êdî ew daxwaza herî mezin ya civakê ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze, bi gavên pê wê re bixin meriyete. Em wek kesên neynika civakê wisa difikirin ku ev merheleya ku civaka Tirkiyê dijî ji bo tu kesî an jî komî destkeftinekê nayne. Em hemû di heman keştiyê de dijîn û ku keştî av bigire talûkeya fetisînê li pêşiya me tevan e. Îro ji bo tu tiştî ne dereng e, lê sibê dikare dereng be û wê gavê jî di nava civakê de texrîbatên mezintir dikarin peyde bibin. Di vê babetê te çi tiştên pêwîst ku bikevin ser milên me, em ji bo kirina wê amade ne."