Ajansa Nûçe Ciwan dîsa hat girtin

  • 11:17 13 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçe Ciwan, ji aliyê 3'emîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê ve careke din hate girtin.
 
Ji aliyê berpirsiyarên Ajansa Nûçe Ciwan ku cara 23'emîn hat girtin daxuyaniyeke nivîskî  hat weşandin û wiha hat  gotin:  "Ajansa Nûçe Ciwan bi nûçe û weşana xwe dibe hedefa êrîşên sansurê yên dewleta tirk. Ajansa me cara 23'an li tirkiyeyê hate qedexekirin. Em dixwazin ji xwendevan û şopînerên xwe re careke din bêjin, heta ku dagirkerî û sansurê têk bibin, têkoşîna me wê li ser xeta kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşger mezin bibe û bidome."
 
Ajansa Nûçe Ciwan li ser vê adresê dikare bê dîtin:"https://www.nuceciwan13.com"