Doza ku 3 sal in berdewam dike bi encam nabe

  • 11:01 13 Sibat 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê di sala 2016’an de  kesê bi navê Abdurrahman T.  zaroka bi navê A.T.  bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû. Derbarê bûyerê de doz hatibû vekirin lê doza berî bi salekê hat vekirin hîna bi encam nebûye. 
 
3'emîn daneşîna doza derbarê êrîşa zayendî ya li ser zaroka 15 salî A.T. ku li Qsera Mêrdînê hatibû kirin û Abdurrahman T. jê tê darizandin di 15'ê sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dê  bê dîtin.  
 
Li Qosera Mêrdînê hatibû aşkerakirin ku  berî bi 3 salan  Zaroka bi navê A.T.(15) ji aliyê biryaê xwe Abdurrahman A. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye.  A.T.’ya ku ji ber ji malbata xwe ditirse ji wan re tu tiştî nabêje, piştî diçe dibistanê di 9’ê Sibata 2018’an de ji mamosteyê rehber Adnan Aslan ku dixwaze hemû zarok derbarê kîjan rewş wan nerehet dike de nivîs binivîsin, A.T. jî di nivisîna xwe de tişta tê serê wê  dinivîsê.  Bûyer piştî ku mamosteyê A.T. diçe ji Qereqola Qoserê re radigihîne derdikeve holê. Serdozgeriya Komar a Qoserê di derbarê mijarê de lêpirsînê dide destpê kirin.  A.T. ya ku di îfadeya xwe de jî heman tiştî dibeje, hevalên A.T. jî şahidiya wê dikin û dibêjin ku bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Malbata A.T. û Abdurrahman T. tînin ziman ku agahiya wan ji vê rewşê tune ye lê Abdurahman piştre li di îfadeya ku dide de li xwe mukur tê û sûcê xwe îtîraf dike.
 
Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê jî di 15’ê Sibata 2018’an de di rapora ku derbarê bûyerê da de diyar kiribû ku li şopa êrîşê nehatiye rasthatin û di heman raporê de hatibû nivîsandin ku tiştekî wer hatibe jiyîn jî ji ber ku dem di sere derbas bûye di warî tibî de dibe neyê diyarkirin.  Piştî aşkera bûna rapora Tipa Edlî Serdozgeriya Komar a Qoserê  derbarê Abdurrahman T. de doza cemaweriyê vedike. Yekemîn rûniştina doza hat vekirin di 5’ê Tirmeha 2018’an de  li Yekemîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê hat dîtin. Di rûniştina dozê de ji ber bersûc Abdurrahman T. tevlî dozê nebû û hîn belgeyên kêm Meqamê îddîayê biryara bila belge bên temamkirin, di daneşîna bê de bersûc bi darê zorê bînin da  û doz taloqê 19’ê Cotmeha 2018’an kir.
 
Meqama îddîayê jî wê demê  di biryara ku dabû de bi şertê ku Abdurrahman  T. bi darê zarê bê daneşînê û begeyên kêm bên temamkirin  doz taloqî 15’ê Sibata 2019’an kiribû. Doza ku hatibû taloqkirin wê di 15'ê sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.