Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
- 09:24 13 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Qedexeya derketina derve ya ku duh li 21 gund û gundikên Navçeya Licê ya Amedê îlan kirin îro rakirin.
Duh li 21 gund û gundukên Navçeya Licê ya Amedê yên herêma çiyê, qedexeya derketina derve îlan kirin û operasyona eskerî li dar xistin. Duh saet di 06.00’ê sibê de li 21 gund gundikên Licê qedexe hat ilankirin. Beriya qedexeya derketina derve li herêmê operasyona eskerî hat destpêkirin. Di operasyona 2 roj berê ya eskerî de hat diyar kirin ku di nava endamên HPG'ê û eskeran de şer derketibû. Qedexeya derketina derve ya duh îro bi dawî bû.