Ji Komeleya Jinan a Welatparêz heta îro: Jinan tu car dest ji berxwedanê bernedan

  • 09:22 13 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Zekiye Alokmen a ku yek ji rêveberên Komeleya Jinan a Welatparêz a di 1991’ê de hatiye vekirin, têkoşîna ku jinan di wan salan de daye vegot. Zekiyeyê wiha got: “Ji wê rojê heta niha zîhniyeta dijminê jinê neguherî.  Lê jinan jî tu car dest ji berxwedanê bernedan. Kevneşopiyek bi Komeleya Jinan a Welatparêz hatiye destpêkirin, îro  bi Rosayê didome.”
 
Di encama têkoşîna jinên Kurd de di 1991’ê de Komeleya Jinan a Welatparêz hat avakirin û jinan destkeftiyên xwe heta Komeleya Jinan a Rosa anîn. Yek ji rêveberên Komeleya Jinan a Welatparêz Zekiye Alokmen, piştî Rosa vebû çû serdana wê.  Zekiye wê demê li ser pêşniyara Leyla Zana di xebatên komeleya jinan a welatparêz de cih girt. Komele li Amedê hat vekirin û xwedî taybetiya ku yekem komeleya jinê bû. Komele ya di 12’ê Çile de hatibû vekirin, 5 meh şûnde hat girtin.
 
Zekiyeyê diyar kir ku piştî komele hatiye girtin jî her hefte li malekê bi jinan re hatine cem hev û piştî komeleya wan Komeleya Jinan a Dîcle hat vekirin.
 
‘Ez gelek di bin bandora mazluman de mam’
 
Zekiye ya hevjînê wê mamoste bû tayîna wî ji Mêrdînê tê Amedê û piştî hevjînê Zekiyeyê tê girtin her hefte diçe serdana wî. Zekiye li wir Leyla Zana dibîne û wiha dibêje: “Piştî Mazlum Doganan ez gelek bi bandor bûm. Min Leyla Zana nas kir û min dest bi xebatan kir. Leyla Zana di 1991’ê de hat mala min û daxwaza avakirina komeleyekê kir. Xwest ez vekim û bibim rêvebera wê. Min jî qebûl kir. Hewcedariya me bi pere hebû. Me di avahiya ku komele vekir de di katê binî de terzî vekir. Min û xwişka Leyla Zana, Pîrozhan Dogru atolye vekir. Belga min a nexş û dirûnê hebû. Me maşîna dirûnê girt. Piştî Leyla Zana di 1992’an de bû parlamenter me ji bo rêveberiyê kesek din hilbijart. Me xwişka hevjîna Vedat Aydin, Yasemîn Aydin girt rêveberiyê. Me ji gund anî. Lîse qedandibû. Jinan piştvaniyek mezin da me.”
 
‘Her kesî ji mala xwe tiştek anî’
 
Zekiyeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku  wê demê her kesî ji mala xwe tiştek aniye komeleyê û wiha pê de çû: “Hemû jinan hewl dida tiştekî bike. Me avahiyek li Ofîsê li kolana Gîrne kirê kir. Me katê binî kir atolye. Ji her alî jin dihatin komeleyê. Xwendekar dihatin. Komele vala nedihiştin. Ji bo jinên Kurd temsîl bike me navê wê kir Komeleya Jinên Welatparêz.  Heman demê li Stenbolê jî bi heman navî komele hat vekirin. 5 mehan em vekirî man bi ser şaxa Stenbolê de girtin. Piştre bi ser ya Amedê de jî girtin. Ji ber atolye li ser navê min bû, tevlî wê nebûn. Piştî girtina komeleyê me soza bilindkirina têkoşînê da hev. Em mal bi mal geriyan û me xebat meşand.  Em her hefte li malekê bi jinan re dihatin cem hev. Piştî komele hat girtin me atolye bir Baglarê lê li wir jî ji ber nebûna demê hat girtin.  Me li taxa Mevlana Halît dikanek kirê û maşîna nexş û dirûnê girt.  Me hatina xwe vê carê ji vir qezenc kir. Me 2-3 hevalên zana anî wir.  Me du salan ev der da xebitandin.  Piştre em dîsa belav bûn.”
 
‘Em di 107 jinî re ketin grevê’
 
Zekiyeyê bi lêv kir ku di 1996’an de hatiye girtin û piştî ji girtîgehê derketiye dîsa siyaset berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez qet nesekinîm. Bi 107 jinî re em di 1998’an de ji bo Rêbertiyê ketin grevê. Cihê ku em tê de ketibûn grevê, serde girtin. Dîwar hilweşandin.  Parçeyên dîwar bi ser me de hatin. Gelek dayik birîndar bûn. Bi porê me girtin û em derxistin. Dayikên 80 salî hebûn. Em binçav kirin. Lê me greva xwe di bin çavan de berdewam kir. 20 rojan em di bin çavan de  li Saraykapi man. Em birin Rihayê. Piştî çend mehan em berdan. Ji wê rojê heta niha zext kêm nebûn. Zîhniyet neguherî.  Kevneşoiya bi Komeleya Jinan a Welatparêz hat destpêkirin îro bi Rosayê didome. Ez çûm serdana wan. Divê em jinan rêxistin bikin. Baweriya heye ku Rosa wê karê serkeftî bike.”