Gulsum a li dijî tacîz û şîdetê têdikoşe: Zehmet e lê ne bê derfet e
- 09:17 13 Sibat 2019
- Rojane
Safiye Alagaş
STENBOL - Gulsum Uygun a ji aliyê mêrê ku dest jê berdaye ve rastî tehdîd û tacîzan tê, gelek caran gilî kir û doz vekir. Gulsumê da zanîn ku her ku têkoşîn daye xwe xurt hîs kiriye û wiha got: "Her ku min parve kir, min xwe xurt hîs kir. Bila jin xwe netirsînin. Divê mirov hêza xwe hîs bikin. Li Tirkiyeyê pêkanîna vê zehmet e lê ne bê derfet e."
Gulsum Uygun a li Stenbolê dijî têkiliya xwe ya 5 salan berdewam kir di tîrmeha 2016’an de bi dawî kir. Lê piştî veqetya rastî tehdîdan, derbkirin û tacîzê hat. Gulsumê serlêdana sûc kir û doza wê li 47’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê hat dîtin. Gulsumê tiştên jiyan parve kir.
Gulsumê wiha got: “Min dest mêrê ku têkiliya min pê re hebû berda. Di çileyê 2017’an de ez li otoparka kargeriyê di wesayîtê de hatim derbkirin. Min rapor girt û serlêdana sûc kir. Biryara dûrxistinê dan. Lê piştre dîsa ez tehdîd kirim. Ji 2016’an heta niha her roj têm tehdîdkirin, tacîzkirin.”
‘5 rojan di girtîgehê de ma’
Gulsumê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di encama binpêkirina biryara dûrxistinê de 5 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û got tevî di girtîgehê de ma hîna jî tê şopandin û di alî derûnî de di bin şîdetek mezin de ye.
‘Ez ê têbikoşim’
Gulsumê destnîşan kir ku çawa dest ji wî mêrî berdaye şîdet û tehdîdan dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Heta derbkirinê min digot belkî ji sînîr wisa dike. Lê piştî şîdeta fîzîkî, min gilî kir. Min hewl da ez têbikoşim. Min bi kesî re parve nedikir. Her tim min got wê bi dawî be. Lê bi mirinê ez tehdîd kirim. Li kesên derdora min jî digere û tehdîd dike. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Kesên derdora min jî ez sûcdar dikirim. Digotin ‘te çima bi kesekî wisa re têkilî daniye. Heta demê mêr rûyê xwe nîşan nadin. Min jî nizanîbû wisa ye. Gelek jinên şîdetê dibînin hene. Em wek civak li dijî vê bêdeng dimînin. Ez dixwazim li mafê xwe bigerim. Di têkoşînê de jin ne tenê ne. Gelek rêxistinên jinan hene. Min xwe pir zêde tenê hişt. Min alîkarî ji kesî nexwest. Min nexwest kesî tevlî bikim. Lê divê mirov xwe xurt hîs bikin. Li Tirkiyeyê pêkanîna vê zehmet e lê ne bê derfet e. Mirov dikarin bi ser bikevin.”