Jinên Derîkê ev bîst sal in bi cilên reş komployê şermezar dikin!
- 09:14 13 Sibat 2019
- Rojane
RûkenGoman
DÊRIK - Jinên ku ji ber komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ev 20 sal in bi cilên reş şînê dikişînin gotin:"Komploya navneteweyî şermeke cîhanî ye. Dê tu kes nikaribe têkoşîna me têk bibe. Ji bo welatekî azad û bi rûmet em ê her dem di nava têkoşînê de bin."
Di encama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Jinên ku ji ber komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ev 20 sal in bi cilên reş şînê dikişînin gotin:"Rêberê me ji bo me îradeya herî mezin e. Heta ew azad bibe em nasekinin."
'Ji bo me Rêber Apo îrade û hêza herî mezin e'
Dayika bi navê Zelîxa Muhemed wiha got: "Dema ku Rêber Apo hat girtin vê yekê bandorek neyînî li ser me çê kir. Dema ku Rêber Apo hat girtin, bandoreke pir mezin li ser me hat çêkirin. Dema ku Rêberê me girtin, gotin qey her tişt xilas bû. Lê dewletan ji bîr kirin ku Rêber Apo li pêy xwe mirovên bi rêxistinkirî hiştiye û artêş daye avakirin. Her çiqas Rêberê me di nava çar dîwaran de be jî ji bo me Rêber Apo îrade û hêza herî mezin e. Em li ser esasên fikir û ramanên wî xwe perwerde dikin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê û civakê gelek xebat kiriye. Ji bo jin ji koletiyê rizgar bibe gelek têkoşiya."
'Hemû rojên bê Rêber Apo reş in'
Dayika bi navê Sûad Mûstefa wiha got:"Sîstema kapîtalîzmê li ser koletiya jinê sîstema xwe ava kiriye. Jin li ser esasên Rêber Apo ev yek qebûl nekir. Em li dijî komployê jî derdikevin û têdikoşin. Dewletan xwestin ku Rêber Apo bixin zindanê û tekoşîna jinan asteng bikin. Lê berovajî vê yekê jinê xwe bêhtir da fikrên Rêber Apo. Dema ku di 15'ê Tebaxê de Rêber Apo dîtibû ez gelekî di bin bandora wî de mabûm. Ez di 15'ê Sibatê de xemgîn dibim. Hemû rojên bê Rêber Apo reş in. Tenê di 21'ê Adarê û di 4'ê Nîsanê de kêfxweş dibim. Ji bo jiyanek azad em dest bidin hevdu û li dijî komplogeran em li berxwe bidin. "