Namzeta HDP ya Kulpê: Em ê 31’ê Adarê bi ser kevin

  • 09:13 13 Sibat 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
ÎDIR - HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Qupê ku Terekeme ye Ayşe Aras Kaynar nirxandin kir. Ayşeyê  diyar kir ku Ew ê destûr nedin ku polîtikayên dijminahiyê  encam bigirin û got ku dê 31’ê Adarê gel bi ser kevin. 
 
Li Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê de bi mîlyonan kes ji bo rêvberên xwe yên herêmî hilbijêrin dê biçin ser sindoqan. Bi  nêzîkbûna hilbijartinê re namzetên partiyan ên herêman jî hatin aşkerekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî namzedên xwe yên navend û naçeyan ên hevşardartiyê aşkera kirin.  Têkîldarî hilbijartinê  namzeta HDP’ê ya navçeya Qulpê ya Îdirê Ayşe Aras Kaynar nirxandin kir.
 
'HDP partiya bindest û mazlûman e'
 
Ayşeyê bal kişand ser polîtikayên ku li navçeyê qeyûm dane meşandin û got ku 31’ê Adarê roja çûyina qeyûman e û wiha axivî;” Ez di sala 1991'ê de li navçeya Qereyazî ya Erzorime LI gundê Aydinsuyê ji dayîk bûm. Min dibistana navîn li gund û lîse jî li qereyaziyê xwend. Zanîngeh min li qersê xwend. Di sala 2014’an û 2015’an de min  li ser navê HDP di xebatan de cih girt. Piştre min di şaredariya Qereyaziyê de di qada Polîtîkayên Muduriyeta Jinan a li şaredariyê de cih girt. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ez hatim îxrackirin. HDP partiya bindest û mazluman e. Şaredariya Qulpê jî hate desteserkirin. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin, qeyûm projeyên şaredariya DBP’ê mîna proje û xebatên xwe nîşan dan. Di dema şaredariya DBP’ê de tiştên ku ji bo parastina nirxên civakî hatibûn avakirin hatine hedef girtin. Li navçeyê ji aliyê şaredariya me ve peykerê wekhêvi û azadiya gelên kurd, tirk,ecem û terekeme hatibû danîn. Lê qeyûm tehemûl nekir û çawa ku şaredarî desteser kir, destpêkê ew peyker hilweşandin. Ew peyker sembola yêkitiya gelan bû. Ev dijminên yêkitiya gelan e. Em amade ne û em ê destûr nedin ku tu hêz di navbera gelan de dijminahiyê ava bike.” 
 
‘Em ê destûr nedin ku polîtikayên dijminahiyê  encam bigirin’
 
Ayşe da zanîn ku  armanca wan ew e ku ew li navçeyê ji gel re xîzmeteke wekhev bikin û wiha dom kir;” Em ê destpêkê bi çêkirina av, ceyran û sereban dest bi kar bikîn. Berhemên polîtikayên dijminahiyê em ê li navçeyê bi dawî bikîn. Em ê wekheviyê, demokrasiyê û aşitiyê bi HDP’ê nîşanî wan bidîn. Navçeya Qulpê dê  ji nû ve bi me re ji nû ve bibe naçve. Ji xwe Qulp ya me bû, ji me standin. Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bigirîn û em ê destûr nedin ku polîtikayên dijminahiyê di navçeya me de encam bigirin.” 
 
‘Em ê 31’ê Adarê bi ser kevin' 
 
Ayşeyê herî dawî da zanîn ku ew ê bi riyên demokratîk şaredariyên xwe dîsa qezenc bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Em mîna wan mafên kes û gelan binpê nakin û zilmê nakin. Em ê bi riyên demokratîk şaredariyên xwe ji wan bistînin. Polîtikayên ku bi salane li ser xaka me tên meşandin dê 31’ê Adarê bi dawî bibin. Çawa ku bi salane li Îdirê kurd,tirk,ecem û terekeme bi hev re jiyane, ew ê bi me re jî bidome. Em ê hêz û vîna gelan nîşan hişmendiya desthilatdar bikin. Em ê 31’ê Adarê bi serbikevîn û bi serkeftinê bajarên xwe ji nû ve rêve bibîn. Em ê bi ser kevin û  serkeftin a gelan e.”