'Berxwedana jinên azad komplo vala derxist'
- 09:10 13 Sibat 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de diyar kir ku dê desthilatdar negihêjin armanca xwe û wiha got:"Bi rihe berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Têkildarî mijarê de Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo got:"Berxwedana jinên azad komplo vala derxist."
'Dê berxwedana zindanan bi tîpên zêrin di dîrokê de bê nivîsandin'
Civînê got:"Berxwedana jinê û fikir û felsefeya Rêber Apo komplo vala derxist. Bi agirê berxwedana milyonan dê komplo têk biçe û Rêber Apo azad bibe. Bi rihê berxwedana Bêrîtan, Zîlan, Sakîne, Avesta, Barînan ew ê pergala îmraliyê bê hilweşandin. Leyla Guven îradeya milyonan e. Dê berxwedana zindanan bi tîpên zêrin di dîrokê de bê nivîsandin. "
Civînê herî dawî wiha got:"Bi salan e jinên kurd li dijî komployê têdikoşin. Berxwedana jinên azad komplo vala derxist. Bi rihe berxwedana zindanan û jina têkoşer em ê bi ser bikevin."