'Bi komploya navneteweyî xwestin îradeya kurdan têk bibin'
- 09:07 13 Sibat 2019
- Rojane
Stêrvan Bêrîtan
QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de anîn ziman ku ew tu carî dev ji têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin û gotin:"Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo kiryarek dijmirovî ye. Bi komploya navneteweyî xwestin îradeya kurdan têk bibin. Lê Gelê Kurd dê her dem xwedî îradeyek mezin be."
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji ser komployê 20 sal derbas bû. Têkildarî mijarê de jinên Qamişloyê axivîn û gotin:"15'ê Sibatê ji bo me rojek reş e. Em ê vê roja reş ji bîr nekin û ji bo azadiya Rêberê xwe her di nava çalakiyan û têkoşînê de bin."
'Em wekî jin xwedî li fikrên Serokê xwe derdikevin'
Jina bi navê Yazî Hesen Betal wiha got:"Dijminê me xwestin bi girtina Serokê me me bêdeng û tune bikin û rê li dagirkeriyê vekin. Lê Gelê Kurd bi Serokê xwe girêdaye. Bi tecrîda giran jî nikarin me ji hevdu qut bikin. Heta ku jinek Kurd hebe dê têkoşîn bidome. Em wekî jin xwedî li fikrên Serokê xwe derdikevin."
'Divê dawî li vê bêadaletiyê bê'
Parêzera bi navê Rûken Mehmûd Mûsa wiha got:"Ev bû bîst salin ku Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye. Sedema girtin û tecrîda li ser Ocalan daxwaza mafê gelê xwe ye. Li derveyê Tirkiyê li tu welatekî cîhanê bêmafiyên wiha nînin. Gerek mafê girtiyan hebe da ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin û peywendiyê bike. Lê ev maf ji Ocalan hatiye giritin, ev li tu dadgehên cihanê nayê qebûlkirin. Ev sûcekî mezin a dewleta Tirk e û her wiha bêdengiya dewlet û dadgehên cîhanê jî sûcê herî mezin e ku heta neha bêdeng in. Ji mafê girtiyeke ku ti sûc nekiriye û ewqasî bê edaletî li ser tê meşandin. Gerek dewletên Navnetewî xwedî li rola xwe derkeve û vê yekê qebûl neke. Divê dawî li vê bêadaletiyê bê."
'Li tirkiyeyê kiryarên mezin yên dijmirovî tên meşandin'
Bijîşk Hemrîn Şêxmûs Fetah jî wiha anî got: "Li Tirkiyeyê zilmek mezin tê meşandin. Dewletên navneteweyî gerek heta niha li hember Tirkiyeyê bê deng neman. Divê daxwazin Ocalan bînin cih. Tenduristiya mirovan ji bo civakek azad û aram gelek girîng e. Loma kesên ku ji bo azadiya Ocalan ketine greva birçîbûnê divê dengên wan bên bihîstin. Cihê girtî û bi rutibet bandorek neyînî li ser beden û derûniya mirovan dike. Niha jî Ocalan bi vê yekê re ru bir û dimîne. Lê ev yek li tu deverên dunyayê nayê kirin û nayê qebûlkirin. Em weke bijîşkan divê ku li himber kiryarên dijmirovî em xwedî helwest bin û nepejirînin. Li tirkiyeyê kiryarên mezin yên dijmirovî tên meşandin. Divê li dijî vê her kes dengê xwe bilind bikin."