Esma Ehmed: Dîtina Rêbertî mîna xewneke bi efsûn bû
- 09:05 13 Sibat 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan- Diyana Mihemed
QAMIŞLO - Jina bi navê Esma Ehmed a ji Tirbespiyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û bi wî re hevdîtin pêk aniye wiha got:"Dîtina Rêbertî mîna xewneke bi efsûn bû. Ez tu carî ji bîr nakim."
Esma Ehmed ji navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê ye. Di sala 1990’an de berê xwe dide Şamê ji bo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne. Esmayê 15'ê Sibatê komploya navneteweyî şermezar kir û got:"Min di salên ku hevdîtin bi Rêbertî kir min ji bo doza têkoşîna azadiyê xebat dida meşandin. Wekî xelat min çû Rêbertî dît. Heta ku min Rêbertî dît jî min bawer nedikir. Min digot ew dawiya dinyayê be jî ez ê Rêbertî bibînim. Ez gelekî kêfxweş bûm. Lê niha ew di bin tecrîdeke mezin de ye. Ez komployê şermezar dikim û hêvî dikm ku Rêbertî azad bibe."
Heviya wan di rêya Şamê de wê pêk bihata!
Esmayê dîtina xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re wiha anî ziman:"Hevalan em birin bajarekî Herêma Cizîrê. 2 kes anîbûn da ku Rêber Apo bibînin. Wê demê em 35 kes ji bo Şamê bi rê ketibûn. Em gihaştin Bajarê Ruknedîn ê Şamê. Paşî jî em li erebeyan siwar bûn û em çûn malên welatparêzan û em şevekê man. Di wê demê de Akademiyeke partiyê di navbera Lûbnan û Şamê de hebû, em çûn wê Akademiyê. Akademî gelek bi rêxistinkirî bû û gelek heval jî li akademiyê diman. Min hîs kir ku ez çûme cîhaneke din. Di dema ku me û hevalan di derbarê kar de nîqaş dimeşand, me dît ku Rêber Apo hatiye gel me. Em pê nehisiyan ku ji ku derê hat, di kîjan deriyê re derbasî cem me bû. Tenê me dît ku Rêbertî di nav me de ye. Destpêkê silav li hemû kesên amade kir. Dema ku gihaşt cem min, min jê re got ku min soz daye ku ez destên te maç bikim. Lê min çiqasî hewil da jî, Rêbertî nehişt ku ez destê wî maç bikim. Rêber Apo gelek bi heybet bû. Bê ku ew biaxive çavên wî diaxivîn. Em hemû rûniştin da ku Rêber Apo ji me re li ser siyaset, kar û xebatê biaxive. Ez li pêşiya Rêbertî rûniştîbûm da ku ez Rêbertî baş bişopînim.
'Gelek kes ji bo Rêbertî bibînin hatibûn'
Esmayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji gelek deverê cîhanê şande hatibûn gel Rêbertî. Jin û mêrek ji Afrîkayê jî hatibûn. Wan jî digotin 'Em 5 hezar kurd li Afrîqiyê ne, lê me nizanîbû ku em Kurd in. Piştî ku me felsefeya Rêber Apo nas kir me eslê xwe jî nas kir.' Jina Kurd a ji Afrîkayê hatibû digiriya û digot 'Ez Kurd im lê ez zimanê xwe nizanim. Rêber Apo ew qas pîroz e ku me bi kurditîya me dihesîne.' Rêber Apo em hişyar kir û got ku divê hûn tena serê xwe jî bikaribin têbikoşin. Min jî got ku em ê çawa bê te kar bikin Rêberê min. Got gerek hûn xwe fêr bikin. Divê kêmasiyên we tune bin û hûn di karê xwe de serkeftî bin. Rêber Apo digot çi kesekê ku ji bo maf, ziman û azadiya xwe kar bike ew Rêber e. Gelek nîqaş di navbera Rêbertî û kesên amade de çê bûn. Gelekan ji bo wî helbest dixwendin û hestên xwe anîn ziman. Rêber Apo bi me re heta çend sietan axivî û wêneyên xwe bi me hemuyan re kişand. Kesek ji me nizanîbû ku çawa çû û di kuderê de derket. Piştî wê jî em bi kêfxweşiyeke mezin vegeriyan malê. Ez nikarim bi axaftinê kêfxweşiya xwe bêjim. Hestên xwe yên di wê rojê de bi lêv bikim. Bi rastî anîna wan hestan nayê ser ziman. Em Rêberê xwe bi bîr tînin û komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Em dibêjin dê Rêberê me rojekê azad bibe."