Efsûna xweza û dîrokê
- 09:03 13 Sibat 2019
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Şemsa Şêxmûs a ji Gundê Kevirê yê ku xwedî dîrokek kevnar û xwezayek xweş e, diyar kir ku ew ji xwaza û jiyana gundê xwe gelekî hez dike û got:"Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye. Heta emrê me hebe em ê li ser axa xwe bijîn. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin."
Gundê Kevirê girêdayî Navçeya Girkêlega Kantona Qamişloyê ye. Ev gund bi kevirên xwe yên reş û dîrokî navdar e. Navê gund ji Kevrê Denê tê. Ew jî alavekî kevnar e. Ev kevir hîn li cihê xwe disekine. Dema ku mirov li vî kevirî dinêre efsûna xwezayê û xweşikbûna wê dibînin. Niha li gund çandinî tê kirin, ajal tên xwedîkirin, jiyanek wekhev û tije hezkirin lê heye. Jina bi navê Şemsa Şêxmûs li Gundê Kevrê dijî got:"Axa gundê me bi bereket e. Li gund jiyanek xwezayî heye. Loma em ji gundê xwe gelek hez dikin."
'Heta em hebin em ê li ser axa xwe bijîn'
Şemsayê wiha got:"Gundê me bi xwezaya xwe gelekî xweş e û balê dikşîne. Dema em li cihên wê yên dîrokî dinêrin em dibînin ku çawa xwedî şaristanî û efsûnek mezin e. Em çanda xwe ya dîrokî diparêzin û em heta hebin em ê biparêzin."
'Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye'
Şemsayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye. Heta emrê me hebe em ê li ser axa xwe bijîn. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin. Axa gundê me bi bereket e. Li gund jiyanek xwezayî heye. Loma em ji gundê xwe gelek hez dikin."