Heyeta Navneteweyî ya Aştiyê:Bila Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere
- 13:48 12 Sibat 2019
- Rojane
ENQERE - Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî serdana HDP'ê kirin û xwestin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere.
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ku ji Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barhilgiriyê ya Brîtanyayê TSSA Manuel Cortes, Aktîvîst, aborînas û akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keene, Hiqûqnasê sendîkayê yê Îngilîstanê Paul Scholey, nivîskar, dîrektora fîlman û aktor Maxine Peak, Ji Zanîngeha Edînbûrgê Connor Hayes, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya UNITE ya Brîtanyayê Tony Burk pêk pêk tê serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin û bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan re rûniştin. Heyeta ku ji bo lêkolînkirina tecrîdê û grevên birçîbûnê hatiye Tirkiyeyê, piştî hevdîtina bi Pervînê re bi HDP'ê re daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Di destpêka daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: "Em îro pêşwaziyê li heyeteke girîng dikin. Heyeteke aştiyê ku ji gelek saziyên Ewropayê pêk tê, serdana partiya me kir. Dixwazim bêjim ku hevdîtina heyeta aştiyê li ser meseleyê bi me re kir, ji bo me gelekî girîng e. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan partiya me gelekî hewl dide, têdikoşe. Di vê çarçoveyê de heyet ji bo li ser rewşa Birêz Ocalan, tecrîdê û rewşa dawî nêrînên me hîn bibe, li vir e."
'Em li dijî tecrîdê têdikoşin'
Pervînê di berdewamiya axaftina xwe de got kira rojevê ya tecrîdê di qada navneteweyî de girîgn e û wiha berdewam kir: "Bêguman em girîng dibînin ku mijara tecrîdkirina Birêz Ocalan di rojeva welatên Ewropayê de ye. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em têdikoşin û weke meseleyeke mafên mirovan dibînin. ji ber tecrîda mutleq demeke dirêj e destûr nayê dayin ku Birêz Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne. Berpirsyariya me hemûyan e ku em vê pirsgirêkê bikin meseleya Tirkiyeyê û welatên Ewropayê hemûyan.
'Tecrîdeke giran heye'
Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan ji heyeta îro re ragihand ku bi salan e tecrîdeke giran li ser Birêz Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û wiha berdewam kir: " Min bi taybetî bal kişand ser hevdîtinên navbera salên 2013-2015'an ku çiqasî girîng in. Me hewl da eşkere bikin ku piştî sala 2015'an bi qutkirina çûn û hatina Îmraliyê, qedandina pêvajoya hevdîtinan û astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi malbat û parêzeran re îro li Tirkiyeyê rewşeke çawa derketiye holê.
Me bi taybetî bi bîr xist ku hevala me Leyla Guven 97 roj in di greva birçîbûnê de ye, parlamenterek ji bo vê meseleyê bedena xwe daniye ber birçîbûnê, hem wekîlên gel hem jî hevalên me yên girtî, her wiha li Hewlêr, Galler û gelek deverên din hevalên me demeke dirêj e ji ber vê mijarê di greva birçîbûnê de ne."
Pervînê di dawiya axaftina xwe de ji heyeta navneteweyî ku hat serdana wa nre spas kir û wiha got: "Ez spasiya heyetê dikim ji ber ku bi mijara tecrîdê re eleqedar e û hewl dide bixe rojevê. Ked û hewldanên wan ji bo me gelekî girîng in."
'Em dixwazin biçin Îmraliyê'
Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson ku axivî jî wiha got: "Bi navê heyeta aştiyê dixwazim bibêjim ku Koma me ji Arjantîn, Îzlanda, Emerîka û Îngilîstanê hatiye. Fikarên me hemûyan yek e. Ev yek jî rewşa mafên mirovan e ku li Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Di heman demê de aliyê me yê hevpar jî biryrdariya me ya ji bo pêkhatine edaletê ye. Me nameyek ji Wezîrê Edaletê yê Tirk re şand û daxwaza hevdîtinê jê kir. Di nameyê de me jê re got; Haya me jê heye ku demeke dirêj e destûr nayê dayin Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Em ji we rica dikin ku derfetê bidin me ji bo em serdana wî ya li Îmraliyê bikin.
'Em ji bo Armancên Baş li vir in'
Ögmundur di berdewamiyê de diyar kir ku aliyê hevpar ê her kesî pêkhatina aştiyê ye û wih dirêjî da axaftina xwe: " Dibe ku hinek ji me ji sendîkayan, hinek ji rêxistinên civakî yên sivîl, hinek jî ji qada siyasetê hatibin, lê belê armanca me yek e, ew jî aştî ye. Dixwazim bêjim ku em bi temamî ji bo armancên baş li vir in. Ez Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê me û endamê Konseya Ewropayê me. Em hîn jî li benda bersiva Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê ne. Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê çend roj berê biryarek da û bal kişand ser heman mijarên ku em niha li vir behs dikin. Gotin ku divê tecrîd bi dawî bibe û em jî bi navê heyetê tevlî biryara Meclîsa Parlamenteran dibin. Ji ber rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê em bi fikar in. Berî çend rojan me li Ewropayê serdana 14 kesên di greva birçîbûnê de ne kirin."
'Dawîlêanîna tecrîdê girîge'
Aktîvîsta mafên mirovan a Arjantînî, ekonomîst û akademsyen Beverly Ann Keene ya ku bal kişand ser girîngiya rakirina tecîrîdê jî wiha got: ""Beriya her tiştî dixwazim bêjim ku sedema hebûna me ya li vir nîşandana piştevaniyê ye. Em dixwazin piştgiriyê hem bidin gelê Kurd û mûxalefeta li vir, hem jî daxwazê bikin ku tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Gelekî girîng e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd divê teqez bê rakirin. Mafên kurdan, mafên jinan, mafên ekolojîk bi vê tecrîdê ve eleqedar in. Di tecrûbeyên Latîn Emerîkayê de jî tiştên bi vî rengî hatin dîtin. Tişta hevpar a li wir bû wiha bû; mirovan hêza xwe kirin yek. Ya ku divê niha li Tirkiyeyê bibe ew e ku her kes li dijî binpêkirina mafên mirovan hêza xwe bikin yek. Ji ber ku kî dibe bila be, divê destûr ji kiryareke metirsîdar a bi vî rengî ya li girtîgehê neyê dayin, neyê qebûlkirin û helwesteke ku li mafên mirovan tê bê nîşandan. Pêwîste tavilê guh bidin daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê. Daxwaza wan ew e ku hurmet ji mafên mirovan ên bingehîn re bê dayin."
'Divê Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere'
Manûel Cortes (Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barhilgiriyê ya Brîtanyayê TSSA) jî ku di heyetê de cih digire jî ev tişt got: "Bi navê sendîkayên din ên li Îngilistanê li vir im. Nûnerê 7 milyon karkerî me. Em ji bo piştgiriyê li vir in. Ji bo Tirkiyeyê dawet bikin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere, em li vir in. Ji bo ji Tirkiyeyê re bêjin ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide, em li vir in. Hêvîdar im wê Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê qebûl bike."