Jinên bertek nîşanî biryara dadgehê dan bi derbkirinê hatin binçavkirin

  • 12:33 12 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Li Farqînê di dozeke ku hat dîtin de 5 welatiyên ku bertek nîşanî biryara dadgehê dan, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û piştre jî hatin binçavkirin.
 
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li navçeya Farqînê ya Amedê, xizmên G.E. yê ku doza wî hat dîtin, bertek nîşanî biryara dadgehê dan. Ji ber niqaşên ku di nabera heyata dadgehê û xizmên G.E. de derket polîsên ku gazî wan hat kirin û ketin salona dadgehê bûyer mezintir kirin.  Di encama êrîşa polîsan de jina bi navê Dîlan Elma, Dvran Guler, Ferman Elma, jina ku paşnavê wê nehat zaînîn Melek û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Welatiyên ku di bin çavderiya polîsan de birin nexweşxaneyê pişter birin Emniyeta Farqînê.