Esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP'ê dan

  • 11:56 12 Sibat 2019
  • Rojane
AGİRÎ - Li gel nêzîkbûna hilbijartinê HDP’ê li herêma serhedê lez da xebatên xwe. Bi tevlîbûna namzetan esnafên bajêr hatin ziyaretkirin. 
 
Li gel nêzîkbûna hilbijartinên herêmî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin zêde kirin. Li Agiriyê bi tevlîbûna  namzetên HDP’ê yên bajêr Yelîz Karaslan, Abdurrahman Dogar û rêxistinên DBP û HDP'ê esnafên bajêr hatin  ziyaret kirin.
 
Namzet ji aliyê esnafan ve bi eleqeyeke mezin hatin peşwazîkirin. Piştî ziyareta esnafan namzet ji bo ku sersaxiyê derbasî şînên gel bûn.