Parlamenterên tevî hemû astengiyan meşiyan: Ya ku ew ê tecrîdê bişkîne serîhildan e

  • 09:16 12 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Hevserok û Parlamenterên HDP'ê yên ku tevî tehdîdên Wezîrê Karê Hundêr Suleyman Soylu û astengiyên polîsan meş pêk anîn gotin:"Ya ku ew ê tecrîdê bişkîne serîhildan e."
 
Hevserok û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ku tevî tehdîdên Wezîrê Karê Hundêr Suleyman Soylu û astengiyên polîsan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a ku ev 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, meş pêk anîn gotin:"Ya ku ew ê bi ser bikeve têkoşîna ji bo azadiyê ye."
 
'Divê berî her tiştî em ne mêr em mirov bin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu wiha got:"Suleyman Soylu digot 'heger ez we bidim meşandin ez ne mêr im'.  Lê divê berî her tiştî em ne mêr em mirov bin. Me tevî astengî û gotinan çalakiya xwe pêk anî. Me daxuyaniya xwe da. Me bersiv da kesên ku gotin 'Em we nadin meşandin'. Em ê bi serîhildana ku em mezin dikin em ê bi ser bikevin. 
 
'Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe'
 
Ayşeyê diyar kir ku ji bo aramiyek mayinde û aştiyek mayinde divê tecrîd bi dawî bibe û got:"Divê peşî li rêya muzakereyan bê vekirin. Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe."
 
'Bi hestiyarî tev nagerin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir wiha got:"Leyla Guven di vê pêvajoyê de bingeha serîhildanê dide avakirin. Em di destpêkê de Leyla Guven û piştre hevalên me yên ku li zindanan li berxwe didin silav dikin. Rewşa Leylayê xirab e. Di qada cîhanê de her çiqas serîhildana Leylayê deng dabe jî. Li vir di nava şerdên faşîzmê de têra xwe nebû rojev. Yên ku vî welatî bi rêve dibin bi hestiyarî tev nagerin. Em rojên ku zilim zêde bûye dijîn. Lê dê serhildan tecrîdê bişkîne û zilmê têk bibe."