‘Divê li dijî kulmek kêmar, mîlyonan kes bên cem hev’
- 09:14 12 Sibat 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê girêdayî polîtîkayên şer e û ji karkeran bigire heta cotkaran hemû aliyên civakê ji vê bi bandor dibin û got: “Divê ji bilî kulmek kêmarên kêfxweş, em hemû bên cem hev û seknek bi rêxistin nîşan bidin. Ji ber vê divê em zêdetir piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 97’an de berdewam dike û piştî vê çalakiyên grevê yên li girtîgeh û gelek welatan hat destpêkirin jî tê meşandin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz bi lêv kir ku ji bo daxwaz bên qebûlkirin divê her kes piştigriyê bide, bi wan re bikeve piştevaniyê.
‘Hemû civak tê tecrîdkirin’
Ayşeyê bi lêv kir ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîdê rolek girîng dilîze û ev berxwedana bi biryar tê meşandin, bi armanca rakirina tecrîda Abdullah Ocalan û hemû gelên Tirkiyeyê tê kirin. Ayşeyê daxuyakirin tecrîd li girtîgehan bi awayekî herî dijwar tê meşandin û wiha got: “Dewletê demekê ji ber hewcedarî dît, deriyên Îmraliyê vekir, heyet şandin wir. Lê di dema dawî de piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê şûnde hemû derî hatin girtin, civak, girtîgeh û Îmralî tê tecrîdkirin. Ev grev li dijî vê ne. Leyla piştî hat berdan jî greva xwe berdewam kir û sedema vê jî ev pêkanîn in.”
Ayşeyê destnîşan kir ku ji ber rêbazeke din nemaye girtî ketine grevê, lê ya esas ev e ku divê civak derkeve qadan, daxwazên girtiyan wek HDK’ê jî di 23’ê Çile de deklere kiriye, rewa û mafdar in.
‘Abdullah Ocalan mifteya sereke ye’
Ayşeyê bi lêv kir ku bi taybet jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin jî desthilatdarî tirsandiye û got: “Niha derfetên aborî yên welat didin wir û hewl didin wê qadê dagir bikin. Dema mirov van difikirin, mirov hedefgirtina Kobanê, Rojava û Efrînê dinêrin bêguman Abdullah Ocalan mifteya sereke ye. Mîlyonan got ‘ew îradeya me ye’. Abdullah Ocalan wek Rêberê Gelê Kurd hatiye qebûlkirin.”
Ayşeyê di dawiyê de diyar kir ku gelên Tirkiyeyê di sînorê birçîbûnê de dijîn û hemû çavkanî ji bo şer tê xerckirin û wiha got: “Tecrîd pirsgirêka hemû kesî ye. Divê ji vê çavkaniya tê xerckirin re bêjin êdî bes e. Divê bê zanîn ku pereyê ji bêrîka karker derdikeve diçe ku derê. Ji bilî kulmek kêmarên kêfxweş divê em bên cem hev û xwe rêxistin bikin.”