Prof. Dr. Sîbel Perçînel: Divê demildest pêngav bê avêtin
- 09:04 12 Sibat 2019
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven daye destpêkirin di roja 97’an de ye. Prof. Dr. Sîbel Perçînel bi lêv kir ku di vê astê de rîskên mezin hene û got hîna ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derneketine, divê pêngav bê avêtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 97’an de li mala wê ya li Amedê berdewam dike. Leyla Guven bi heman daxwazan greva birçîbûnê dan destpêkirin jî ket roja 58’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 84’an, li bajarê Strasbourg a Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 58’an, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 58’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 24 û ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 29’an.
Prof. Doktor Sîbel Perçînel ya ji beşa Patolojî ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, der barê pisgirêkên tenduristiyê yên cidî ku dikare bi kesên di gervê de ne pêk bê de agahî da û got divê demildest pêngav bê avêtin.
‘Dikare xesarên mayînde derkevin holê’
Sîbelê destnîşan kir ku divê xwedî li daxwazên greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya Leyla Guven û girtiyan daye destpêkirin bê derketin û wiha got: “Divê bi taybet grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ji hev bên cudakirin. Kesên dikevin greva birçîbûnê neçarin av, şekir, xwê û vîtamîna B1 bigirin. Em nizanin li girtîgehan ev çiqas tê dayîn çiqas destur tê dayîn. Girtina vîtamîna B1 girînge. Bi taybet divê mêjî xesarê negire. Di alî norolojî de vîtamîna B1 girînge. Em dizanin ku li gelek girtîgehan vîtamîna B1 nayê dayîn. Di rewşa vîtamîna B1 neyê dayÎn de xesarên mezin li ser beden û mêjî çêdibin.”
‘Karbonhîdrata bedenê tê şewitandin’
Sîbelê daxuyakirin ku kesên temenê wan pêşde û di grevê de bi wan re nexweşiyên kronîk dikare derkeve holê û wiha pê de çû: “Kesên nexweşiya wan ya krînok hebin jî faktorên cuda dikarin derkevin holê. Rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Rewşa Leylayê jî hatiye astek krîtîk. Çend roj piştî grevên birçîbûnê beden karbondîdrat û rûn dişewitîne. Leyla Guven ji ber temen bi pisgirêkên cidî re rû bi rû ye. Leyla niha di girtina avî de pisgirêkan dijî.”
‘Piştî demekê di bedenê de xwînîbûn dikare derkeve holê’
Sîbelê bi lêv kir ku ji ber çalakiya Leylayê ketiye roja 97’an di beden da xesasbûn pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Ji ber helîna beden mêjî jî xesarê dibîne. Ger mêjî xesarê bibîne, pisgirêkên cidî dikare derkeve. Pergala xweparastinê dikeve û beden li hember enfeksiyonan bê bandore. Divê demildest deng bidin dengê wan û girtiyên di grevê de mafê wan heye ku hekîmên serbixwe hilbijêrin.”
‘Deng bidin dengê girtiyan’
Nur Aytemur jî bang kir ku divê deng bidin dengê girtiyan û ev tişt anî ziman: “Ev çalakî li dijî kesên ku dixwazin civakê tecrîd bike ye. Ji bo ev çalakî neyê dîtin AKP her tiştî dike. Mafê ciwan û jinan tecrîd dikin. Divê demildest daxwaza hevalên me bên cih. Ez bang li hemû ragiştî û rayedaran dikim ku ji bo daxwazên girtiyan pêngavê bavêjin.”