Şopa dîrok û şaristaniyê: Girê Mozan

  • 09:03 12 Sibat 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan - Hêlîn Mihemed
 
HESEKÊ - Girê Mozan ê ku li Herêma Xabûr nêzî Bajarê Amûdê ya Qamişloyê ye ji warê dîrok û şaristaniyê ve gelek girîng e. Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnewaran Delîla Memduh derbarê Girê Mozan de axivî û got:"Girê Mozan di warê şaristanî û dîroka gelê Kurd de cihekî taybet  û girîng e."
 
Girê Mozan ê ku li Herêma Xabûr nêzî Bajarê Amûdê ya Qamişloyê ye ji warê dîrok û şaristaniyê ve gelek girîng e. Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnewaran Delîla Memduh derbarê Girê Mozan de axivî û got:"Divê em li warên xwe yê dîrokî xwedî derkevin da ku em xwedî li şaristanî û dîroka xwe xwedî derkevin."
 
'Di warê şopên dîrokî de ev der gelek girîng e'
 
Delîlayê wiha got:"Girê Mozan wekî Orkêş jî tê binavkirin. Di sala 1937'an de ji aliyê Lêkolîner Max Mallowan ve cara yekem lêkolîn li Girê Mozan hatiye kirin. Di sala 1984'an de jî lêkolîn hat kirin. Di encama lêkolînan de rastî gelek nîşaneyên dîrokî hatin. Her wiha li ser Girê Mozan perestgeha şer jî hatiye avakirin. Ev perestgeh bilindahiya wê digihêje 27 metreyan. Her wiha ev perestgeh di qadeke fireh û pan de xwe digîhîne Qesra Topikê. Qesra Topikê jî ji du baskan pêk tê. Di warê şopên dîrokî de ev der gelek girîng e."
 
'Dîroka me hebûna me ye'
 
Delîlayê herî dawî wiha got:"Gilovera Abî jî li vir e û ew jî girîng e. Ji ber rewşa niha lêkolînên derbarê Girê Mozan de hatiye sekinandin. Heta ji destên me bê em ê parastina dîrokê bikin. Em bi hêvî ne ku her kes bi me re bibe alîkar da ku em bikaribin bi hêsanî parastina dîroka xwe bikin. Dîroka me hebûna me ye."