Jinên Qamişloyê: Dê îradeya gelan a azad bi ser bikeve

  • 09:01 12 Sibat 2019
  • Rojane
Rojda Seydxan
 
QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî de diyar kirin ku komploya navneteweyî negihaştiye armanca xwe û wiha gotin:"Dê îradeya gelan a azad bi ser bikeve. Em her dem li dijî tecrîd û komployan li berxwe bidin û em ê ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikin."
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji ser komploya navneteweyî 20 sal derbas bû. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi milyonan kes bi salan e di nava çalakiyan de ne. Ji bo tecrîda giran bi dawî bibe çalakiyên cur be cur didomin. Têkildarî mijarê de jinên Qamişloyê gotin:"Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Heta Rêberê me azad nebe em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe berdadin. "
 
'Heta roja azadiya Rêberê me were em ê li ser piya bin'
 
Jina bi navê Semîra Hesen wiha got:"Rêber Apo îrade û hêza me ye, em bi felsefeya wî ya azad xurt dibin. Jinên azadîxwaz û têkoşer wê her roj di nav çalakî û tevgerê de bin. Heta roja azadiya Rêberê me were em ê li ser piya bin."
 
'Em ê jin bi hev re Rêberê xwe azad bikin'
 
Emîna Remezan jî wiha got:"Em ê jin bi hev re Rêberê xwe azad bikin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Em ê ji bo Rêberê xwe her dem têbikoşin û di nava çalakiyan de bin. Em neheqiya ku li Rêberê me tê kirin qebûl nakin û tecrîdê şermezar dikin."
 
'Dê îradeya gelan a azad bi ser bikeve'
 
Herî dawî Fatima Mehmûd wiha axivî:"Komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê me hat kirin em qebûl nakin û ev komplo negihaşt armanca xwe. Dê îradeya gelan a azad bi ser bikeve. Em her dem li dijî tecrîd û komployan li berxwe bidin û em ê ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikin. Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Heta Rêberê me azad nebe em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe berdadin. "