Ozgecan li ser gora xwe hat bîranîn

  • 16:50 11 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Ozgercan Aslan a ku li li Tarsûsê bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin û piştre jî hat qetilkirin, ji aliyê malbat û xizmên xwe ve li ser gora hat bîranîn. 
 
Li navçeya Tarsus ya Mêrsînê di 11'ê Sibata 2015'an de Ozgecan Aslan a ku li minîbusê siwar bû ji aliyê ajovanê wê ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatibû hiştin û piştre jî hatibû qetilkirin. Ozgecan a ku bû sembola êrîşa li jinê di 4'emîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê malbat û xizmên xwe ve li ser gora xwe ya li Mêrsînê hat bîranîn. Xizmên Ozgecanê ku ew bi bîr anîn qurnefîl danîn ser gora wê.