Meclîsa Kantona Şehbayê 15'ê Sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kir
- 15:26 11 Sibat 2019
- Rojane
ŞEHBA - Di bin diruşmeya”me soz daye em ê sîstema Îmraliyê bişkînin û bi azadî bi Serok Apo re bijîn.” Meclîsa Kantona Şehbayê 15’ê sibatê bi daxuyanekê şermezar kir.
Bi beşdarbûna hemû sazî û meclîsên Kantona Şehbayê, li dijî komploya navneteweyî li Şehbayê daxuyanî hat dayin. Di daxuyanî de weneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa Şehbayê bi zimanê Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Roja 15’ê sibatê ji her salî zêdetir em ê wê rojê şermezar bikin. Ji ber Serok Abdullah Ocalan di wê rojê de bi komplayek navnetewî hat dîlgirtin.
Dewletên navnetewî xwestin di şexsê Serok Apo de îradeya gelê kurd bişkînin û tune bikin lê belê gelê kurd bi hev re bûn yek û tu caran nehiştin ku kesekeke îradeya wan bişkîne.
Em jî weke gelê Kantona Şehbayê vê komployê şermezar dikin. Berxwedana Leyla Guven û hevalên di zindanan de berxwe didin em wan silav dikin û dibêjin em jî li ser riya we ne. Di berdewamiya daxuyaniyê de bangewaziya me li hemû dewletên navnetewî û kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin heya bila vê komplayê li ser Serokatê rabikin.”
Daxuyanî bi diruşmeya ”Bijî serok Apo” bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.