Yekîtiya Ciwanên Rojava li dijî komployê dest bi meşê kir
- 13:42 11 Sibat 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi dirûşma "Bi rihê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin" ciwanên Herêma Firatê li dijî komploya 15'ê Sibatê dest bi meşê kirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava bi dirûşma "Bi rihê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin" li dijî komploya 15'ê Sibatê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûmên "Bê Serok jiyan nabe","Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven hat hilgirtin. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir.
Meşê heta Gundê El-Pelorê yê Abdullah Ocalan lê maye bidome.