'Wêneyê tecrîdê ev e'

  • 13:15 11 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Polîsan meşa wekîlên HDP’ê asteng kir. Hevserokên HDP’ê axivîn. Hevserok Sezaî Temellî wiha bertek nîşanî astengiyê da: “Heke hûn dixwazin wêneyê tecrîda li Îmraliyê bibînin, ew wêne ev e.”  Hevserok Pervîn Buldan jî wiha bersiv da Suleyman Soylu: “Divê tu viya dizanibî bi astengkirina meşa wekîlan mirov nabe zilam.” 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de wekîlên HDP’ê xwestin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven meş li dar bixin. Polîsan meşa HDP’iyan a ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê asteng kir. Bi sedan polîs derdora wekîlan dorpêç kirin û gef li wekîlan xwarin. Tevî hemû hewldan û nîqaşan jî polîsan destûr neda. 
  
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar wiha bertek nîşanî polîsan da: “Serokomar Erdogan duh li Kolana Îstîklalê meşiya û simîtan da xelkê. Dema mijar dibe Serokomar şertên qedexekirin û astengkirinê bicih nayê gelo?” 
 
Wekîlên HDP’ê yên pêşmalkên wêneyê Leyla Guven li ser û bi nivîsa “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” li xwe kirin piştî astengiyê li ber Otela Hîl a Taksîmê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
  
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: 
 
"Ji bo em piştgiriya bidin Leyla Guven a 96 roj in di grevê de vê çalakiyê li dar dixin. Me xwest em biçin Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê asteng kirin. Em li vî welatî komara demokratîk û mafên mirovan diparêzin. Ji bo vê jî divê tecrîd demildest bê rakirin. Em ji bo hevpariya têkoşîna Leyla li vir in. Ev têkoşîna hemû gelên Tirkiyeyê ya aştî, wekhevî û azadiyê ye. Daxwazek mafdar e. Divê her girtî bi malbat û parêzerên xwe re dikaribe hevdîtinê bike. Birêz Ocalan ji vî mafî bêpar hiştine û ev yek jî bêhiqûqiyek mezin e.
 
Heke hûn dixwazin wêneyê tecrîda li Îmraliyê bibînin, ew wêne ev e. Îro me vî wêneyî pêşkêşî we kir. Bi vê dorpêça li Qada Taksîmê qanûn û hiqûqê nas nakin. Tecrîd ev e. Ev 96 roj in Leyla Guven vê yekê nîşan dide.
 
Heke ku dawî li tecrîdê were ancak em dikarin ji vê pergala ceberût rizgar bibin. Nenasîna makeqanûnê sûc e. Em ê têkoşîna xwe ku deng bidin dengê Leyla Guven dewam bikin. Di demek kin de wê tecrîd bişkê.” 
  
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bertek nîşanî astengkirinê da û wiha axivî:
 
Meşa me li ser fermana Suleyman Soylu hat astengkirin. Divê tu viya dizanibî bi astengkirina meşa wekîlan mirov nabe zilam.
 
Heke tecrîd rabe dê ji bo jiyana Leyla Guven û girtiyan û çalakgerên din ciyawaziyek pêk were û bê afirandin. Wezîrê Karê Hundir bi awayek dij hiqûqî meşa me asteng kir. Mirovatî ew e ku mirov mirinan asteng bike. Lê bila rêveberî vî welatî dizanibin em ê daxwazên xwe li her deverê bînin ziman û têkoşîna xwe dewam bikin. Ev 40 sal em vê têkoşînê didin. Em têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ji Wezîrê Karê Hundir hîn nebûn. Me tu carî ji rêgezên xwe tawîz nedaye. Ji bo edalet û azadî were vî welatî me her cûre bedel da. Em ê ji niha şûn ve jî bedelan bidin.”  
 
Piştî axaftina her du hevserokan wekîlên HDP’ê li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
  
Di kêliya çalakiyê de jî polîsan wekîlan xist dorpêçê. Di vê navbera çalakiyê de Pervîn Buldan bi telefonê li Leyla Guven geriya û li rewşa wê pirsî û got hemû wekîl te hembêz dikin û silavên xwe jê re dişînin. 
 
Piştî axaftina telefonê wekîlan çalakiya rûniştinê bi dawî kir û derbasî otelê bûn.