'Leyla Guven bi têkoşîna xwe ji hemû jinan re bûye pêşeng'

  • 09:52 11 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku berxwedêr Leyla Guven  ji bo azadiya jin û mirovahiyê bi greva birçîbûnê şerê desthiltdariyê û faşîmzeyê dike û rêyên tijî xeter derbas kir. Meclisa Jinên Sûriyê bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî şideta li ser jinan tedbîrê  bigirin.
 
Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca piştgirdayîna çalakiya greva biçîbûnê ya Leyla Guven ku zêdeyî 3 mehin ji bo rakirina tecrdîkirina Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, daxuyanî da. Daxuyanî li navenda Têkiliyên Giştî ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan endamên meclisê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ji aliyê Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Rola jinê di dîroka tevgerên rizgariyê de diyar e. Jinan di pêvajoyên têkoşînê de fedekariyên mezin dan û ji bo azadî û serxwebûnê şer kirin. Di pêvajoya aloziya Sûriyê ku ev 8 sal in dewam dike de jinên Sûriyê xwe rêxistin kirin û rêxistinên jinan û civakî ava kirin û ji bo mafê xwe û xilaskirina jinan ji kevneşopiyên paşverû têkoşîneke mezin dan meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan mafê xwe bi dest xistin û şehîd dan û hewl didin ku hemû jinên Sûriyê bighêjin vê radeya serkeftinê.
 
Tevgerên jinan yek ji pêkhateyên tevgera demokrasiyê ye, eniyeke girîng li hemberî desthiltdariya vekirin û dosyaya girêdayî jinan vekirin, doza jin veguherî dozeke sereke di guhertin û veguhertinan de, asta pêşketina her civakekê yekser girêdayî asta pêşketin û rizgarkirina jinan.
 
Di vê çarçoveyê de têkoşer Leyla Guven bi armanca azadiya jin û mirovahiyê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger ku ketiya roja xwe ya 96'emîn ragihand. Leyla Guven bi têkoşîna xwe rêyên bi xeter derbas kirin û bi birçîbûna xwe li hember zulm û desthilatdariyê şer dike da ku ji her kesî re û ji jinên re bibe pêşeng.
 
Çalakgerên girevên birçîbûnê bi navê hemû kesên ku rastî zulm û binpêkirinan tê diaxivin. Rengek ji berxwedanê ye. Hikûmeta AKP‘ê hewl dide bi bêhêzkirina jinan desthiltdariya xwe xurt bike û jinan ji qadên jiyanê dûr bixe û wan neçar bike ku di bi fermana mêr tevbigerin.
 
Li ser vê yekê têkoşîna jin a ji bo azadî û wekheviyê beşek ji têkoşîna demokrasiyê li hemberî desthildarî û faşîmê ye, heger ku em bixwazin demokrasiyê pêk bînin, dê rola jin di têkoşînê de sereke be. Jina azad civakeke azad diafirîne, bêyî azadiya jin rêya azadiyê ne pêkan e. Ev têkoşîn dê li hembrî hemû siyaetên ku jinan dike hede berdewam e. Wekî Meclisa Jinên Sûriyê em piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven  ku li hemberî fikrên faşîst û destiltdar daye meşandin dikin."