‘Astengkirina nefeqê, şîdeta aborî ya bi piştgiriya dewletê pêk tê ye’

  • 09:08 11 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Hulya Gulbahar û ji Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkun der barê qanûna hejmar 6284 a jinan bi têkoşînê bidest xistiye û Peymana Stenbolê de axivîn û diyar kirin ku hewl tê dayîn ev ji wateya wan bê durxistin û got astengkirina nefeqê jî bi piştgiriya dewletê pêk tê.
 
Sererastkirina nefeqeyê ku yek ji mafên herî sereke yê jinan e û di xala 175’ê a Qanûna Medenî de cih digire, di 3’ê Tebaxa 2018’an de di Plana Çalakiya 100 Rojî ya serokomar Tayyîp Erdogan aşkera kiriye de cih girt û piştî vê nîqaşên sererastkirinek nû dest pê kir.Di çarçoveya vê planê de bi hinceta ‘ divê pergala nefeqê bê rewşeke adîlane’ ji aliyê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ve bernameya ‘Nîqaşên Rojevê: Pergala Nefeqê’ hat derxistin. Piştî bertekên jinan wezîrê dadê Abdulhamît Gul got ji bo nermkirina nefeqa bêdem ketine tevgerê.
 
Parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku mêr li ser çapemeniya civakî bi navên cuda jinên dest ji hevjîn berdane hedef digirin û komên ku êrîşên mafê nefeqê dikin ava kirine. Hulyayê wiha got: “Di rayagiştî de agahiyên xapînok tên parvekirin. Tişta jê re dibêjin ‘nefeqa bêdem’ di esasê de ‘nefeqa îştîraqê’ ye. Çavberdana nefeqtê tê wateya ku di şertên Tirkiyeyê de li hemberî destberdana jinê astengî avakirin.”
 
‘Divê mafê nefeqê ya jinê bê dayîn’
 
Hulyayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku nexwestina destberdana jinê tê wateya ku jin biçe mirinê, vegere cem malbatê, terkî birçîbûnê an jî bi mêrekî din re bizewice, bê mahkumkirin û ev tişt vegot: “Ji berk eda malê ya jinê, ji ber lênerîna zarokan divê dest nedin mafê nefeqa jinê. We lênerîna zarokan ji jilnan re hişt. Wê demê divê hun debara zarokan jî bikin.”
 
‘Mafên jinan wek ecizî tên dîtin’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kirin ku astengkirina nefeqeyê, rakirina nefeqeyê şîdeta aborî ya der barê jinê de ye û mekanîznameya dewletê jî îştarêqê vê rewşê dike. Gîzemê wiha got: “Ji bo jinan şertên xebatê nayên afirandin. Dema mafê jinan didin jî wek ecizî tê dîtin. Dibêjin ‘hun bi qasî nefeyê digirin eciz in?’ û bi vê hewl didin pêşî li nefeqê bigirin. Hewl tê dayîn qanûna hejmar 6284 a jinan bi têkoşînê bidest xistiye û Peymana Stenbolê ji wateya wê bê durxistin. Avabûnên wek ‘platforma mêrên mexdur’ binseha siyasî ne.Ji bo mafên jinan bên xespkirin rêxistinên siyasî yên piştgiriya dewletê digirin hene.Divê ev rewş bi perspektîfê bê nirxandin û li gorî vê çareserî pêk bên.”