Amadekariyên 2'emîn Konferansa Rojhilata Navîn

  • 09:04 11 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Di sala 25'an de li Amedê "Yekemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn " hatibû lidarxistin,  berdewamiya vê konferansê "Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn" wê vê salê di navbera 20-23 sibatê de li Qamişloyê bê lidarxistin. Ji bo konferansa ku amadekariyên wê li ber qedandinê ne wê bi sedan ciwan ji Rojhilata Navîn bicivîn.    
 
Di sala 2015 de di pêşengiya Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a yekemîn pêk hatibû. Di encama konferansê de “Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn” hatibû îlankirin. Ev koordînasyon ji ber sedemên cuda neketibû meriyetê û pêwîstî hat dîtin ku Konferansa duyemîn were li dar xistin. 
 
Di nav biryarên di Konferansa yekem de hatin girtin, biryara ku duyemîn konferans li qada şoreşê, li Bakurê Suriye were li darxistin hatibû girtin. Di çarçoveya vê biryadê de li Qamişlo “Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn di dîroka 14 Tirmeha 2018 de xwe îlan kiribû. Di înîsiyatifê de pêkhateyên ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirk cihê xwe digirin.  Piştê îlankirina înîsiyatifê amadekariya 2’mîn konferansê dest pê kirin.
 
 Armancên 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn
 
Armancên demdirêj û demkurt ên konferansê ji aliyê Înisiyatîfa Rojhilata Navîn ve hatibûn diyar kirin. Di armancên demkurt de naskirina rêxistinên ciwanên Rojhilata Navîn, lêhûrbûna nîqaşên krîza Rojhilata Navîn û çareseriya wê, ji bo têkoşîna hevpar hedefên avakirina mekanîzmaya rast a rêxistinî hatibûn diyarkirin. Di nava armancan de, pêşxistina ruhê têkoşîna hevpar ji bo Rojhilata Navînek Demokratîk û Sosyalîst, Di krîza ;Rojhilata Navîn de mezinkirina xeta demokratîk a gelan, li dijî serdestên Rojhilata Navîn perspektîfa Serhildan û Şoreşê belavkirin heye.
 
Bernameyek 4 rojan hatiye diyarkirin
 
Ciwan wê di bernameya 4 rojan de lêhûrbûnê li ser kaos û krîzên ku bi destên dagirkeran li ser Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin bikin û çareseriya Netewa Demokratîk niqaş bikin. Di derheqê mijarên cuda de wê seminer bên dayin û platformên niqaşan bên meşandin. Roja yekemîn ya konferansê wê bi axaftinên mevanan û beşdarvanan pêk were. Di roja duyemîn de wê projeyên desthilatdaran û hêzên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn, Jin li Rojhilata Navîn (baviksalarî, zayendpersetiya civakî, Jineolojî, rol û misyona Jinên Ciwan) û hişmendiyên li Rojhilata navîn (bandora Oryentalîzm, desthilatdarî, dogmatîzm, netewperestî, azadî, komînalbûn, civakîbûn, hwd.) bên niqaşkirin. Roja sêyemîn de wê mijarên wek “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd û şoreşa Kurdistanê”, “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka filistîn û têkoşîna rizgarî ya gelê filistîn” û  “Pirsgirêka ol û mezheb û projeya Îslama Demokratîk” bên niqaşkirin. Her wiha mijara Ciwan li Rojhilata Navîn, jerontokrasî, serhildanên 68’an, hwd. jî wê di roja sêyemîn de bibe rojev.
 
Di roja dawî ya Konferansê de ciwanên Rojhilata Navîn wê Aloziya Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de, Rol, erk û misyona ciwanan ji bo pêşerojek azad li Rojhilata Navîn/Buhara Gelan û li ser pirsa “Em ê xwe çawa bi hev re rêxistin bikin?” niqaş bikin. Ciwan wê Pêşniyar û Biryaran pêş bixe û herî dawî wê Pêşkêşkirina encamnameya konferansê çêbibe. Bi biryardayinek xurt û moralekî mezin wê ciwanên Rojhilata Navîn konferansa xwe bi dawî bikin.
 
 Amadekarî di qonaxa dawîde ye
 
Di çarçoveya amadekariyan de bi hemû rêxistinên Ciwanan ên partiyan, şoreşger, sosyalîst û demokrat ku di Rojhilata Navînin de hevdîtin hat kirin. Di hevdîtanan de girîngiya konferansê û armancên wê hate ragihandin û banga beşdarbûna konferansê hate kirin. Konferansa ku di navbera dîrokên 20-21-22-23 Sibatan de wê were li dar xistin li Bakurê Suriyê wê  were kirin. Konferansa ku bi şiyara “Di pêşengiya ciwanan de Rojhilata Navînek demokratîk û pirrengî ve” were organîzekirin  re ji her aliyê welatên Rojhilata Navîn benda beşdarbûna ciwanan tê kirin.