Cîhan Xelîl: Li gel polîtîkayên tunekirinê wê hêviyên gelan pêk werin!

  • 09:02 11 Sibat 2019
  • Rojane
Rûken Goman
 
QAMIŞLO - Nunera Kongreya Star a başûrê Kurdistan Cîhan Xelîl derbarê geşedanên dawiyê û rewşa ku li başûrê kurdistanê diqewime nirxandinên girîng kir got; " "Polîtîkayên  ku li ser gelê başûrê kurdistanê tên meşandin polîtîkayên îmhakirinê ne. Tirkiye bi riye PDK’ê  dixwaze  başûrê kurdistanê dagir  bike, lê civakê vê  qebûl nake."
 
Nunera Kongreya Star a başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl li ser rewşa dawî ya başûrê Kurdistanê, geşedanên dawî û polîtîkayên  hegemonîk ku li wir tên meşand nirxandin kir. Cîhanê diyar kir ku gel xwedî biryar û îrade ne û wê hêviyên  gelan pêk werin.
 
'Armanca tirkiyê îmhakirina gelê kurd e'
 
Cîhan Xelîl bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ên duh îro li dijî gelê kurd û ev tişt got: “Dewleta tirk ku berdewamiya  Împaratoriya Osmaniyan ji dîrokê û heta roja me her kurd kirine hedefa xwe. Dema Mîsakî Milî ket axa  Iraqê, Sûriye jî xist nava axa xwe. Ji bo wê jî li kîjan deverê kurd hebûn,  Tirkiyê xwest  wan deran dagir bike û gefan li kurdan dixwe. Ji bo xeyalên osmaniyan zindî bike, bi her awayî siyaseta xwe dimeşîne. Ji aliyê siyasî, leşkerî, civakî guhertinê ji bin ve dide avakirin. Loma dewleta tirk di 1992’yan de bi piştevaniyan hêzên wekî Emerîkayê êrîşî Başûrê kurdistanê kir. Armanc îmhakirina  gelê kurd bû, lê wan nikarîbû hêza gelê kurd û tevgera azadiyê tûne bikin.”
 
Gelên başûrê kurdistanê gelekî zerar ji şer dîtiye!
 
Di berdewamiya axavtinên xwe de Cîhanê balkişand ser rewşa  gelê başûrê Kurdistanê û komkujiyên ku tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Deweleta tirk heta roja me ya îro dixwaze desthiladariya xwe li ser Rojhilata Navîn mayînde bike. Di her aliyekî de dagirkeriya xwe bi rêve bibe  û siyaseteke bi vî şeklî jî li ser başûrê Kurdistanê jî dide meşandin.  Bi taybet li ser jin û zarokan yên ku herî zerarê ji şeran dibînin e û ev jî encameke ne baş bixwe re tîne. Ji ber ku civak her tim zindîye û di nav herikandinê de ye. Hêza civakê ya ku bi hezaran salane di hundirê xwe de veşartiye di be sedem ku ew civak tim nûhbûnê bi xwe re bîne. Derûniya gelê başûrê Kurdistanê ji perçeyên din cudatir e. Ji ber ku gelê başûrê Kurdistanê gelek zerar ji şer dîtiye.”
 
'Partiyên siyasî yên başûr li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng in'
 
Cîhan Xelîl bal kişand  ser dewlemendiya axa Başûr û wiha domand: “Tirkiye dixwaze ku di ser Başûrê kurdisanê re Gelê Kurd  tune bike. Ji ber ku başûrê Kurdistanê navendeke stratejîk e ji aliyê dewlemendiya axê, petrolê û cografîk de  hemû şer di dîrokê de li ser axa başûrê Kurdistanê hatine meşandin. Ji bo wê jî dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê  şereke dijwar dimeşîne. Dewleta Tirk di dagirkeriyê de nikaribû di sala 1994’an de bigihe armancên xwe û heta roja îro li Başûr komkûjiyan li dijî gel pêk tîne. Berê operesyonên bejahî pêk dianîn û  hemû cureyên teknîkê bi kar dianî û ji sala 1996’an de jî bi balafiran êrişî  ser başûr dike. Lê PDK  û hêzên siyasî yên Başûr jî  li hemberê  Tikriyeyê bêdeng dimînin. Lê gelê Başûr vê rewşê qebûl nake.”
 
'Ruhê serhildanê her bi gelê Başûr re heye'
 
Cîhanê, li ser vîna gelê başûrê Kurdistan û ruhê gel yê serhildanê jî wiha dibêje: "Raperîna gelan li Şeledizê û Delalokê buyereke pir bi wate ye. Ev çendî salin Gelê Kurd bi siyaseta PDK’ê hatiye xapandin ku li ser wan herêman hakim e. Lê dîsa jî nerazîbûnên civakê derketin holê. Her wextê  bertek  hatiye nîşandan li himberî hêzên derve, lê em di aliyê desthiladariya hukûmetê de li Başûr vî tiştî nikarin bibêjin, ji ber ku berjewndiyên xwe diparêze. Lê borîna Nîçirvan Berezanî ji Tirkiyê re tê wateya ku siyaseta li başûrê Kurdistanê  di şexsê PDK’ê de temamî xwe teslîmî dewleta tirk kiriye.”
 
Erdogan xwestiye ku serhildêr radestî wan werin kirin
 
Cîhanê, bal kişand  ser siyaseta Tirkiyê  ku li Rojava û Başûrê kurdistanê dimeşîne û wiha got: “Ev siyaseta ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dimeşîne berdewamiya wê jî li Rojava dixwaze bimeşîne. Di van buyerên ku li ber çavan  diqewimin  de Dewleta Tirk li ser axa rojavayê kurdistanê jî gefan dixwe û piştî Efrinê niha heman siyasetê dixwaze li ser Rojhilatê û bakurê sûriyê jî bide meşandin. Êdî tewazinên siyasî ne li gorî pilana wî bûn, ji bo wê jî gefan li başûrê Kurdistanê dixe. Gelê kurd li Başûr êrîşî ser qereqolên Tirkiyê kir, lê li kêleka vê serhildanê gelek kes jî ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin girtin. Ji Tevgera Goran , Yekîtî û Tevgere Azadiyê heta niha jî nehetine berdan û tirkiyê daxwaze ku PDK wan  kesan radestî wan bike. Ji bo ku li hemberî tekoşîn û mafê azadiyê metirsiyek were avakirin.”
 
'Wê hêviyên gelan pêk werin û kongreya netewî were lidarxistin'
 
Di dawiyê de nûnera Kongra Star ya başûrê Kurdistanê  Cîhan Xelîl banga  li darxistina Kongreya Neteweyî kir û wiha dawî li axavtinên xwe anî: “Ji her aliyan ve qirîz heye gelê li vê derê tim sekna bi rûmet daye nîşandan, lê li gorî dîtina me wê civak bi xwe çareseriyê bîne. Dema em vê dibêjin, bi gotinekê gelek zehmetî hene ji ber kesên ku gel bi rêxistin bikin û bibin pêşeng di zindanên PDK’ê de ne. J bo wê jî pêwîst e ku ev valetiya heye were dagirtin. Ji  bo  wê hêzeke xurt heye da ku gel berpirsiyariyê bide ser milên xwe. Hêzeke  demokratîk li Başûr heye êdî gel berpirsyartiyê dide  ser milên xwe. Divê ku Kurd li hemû parçeyên kurdistanê bibin yek însîyatîfa YNK’ê xebateke pir pîroze û dê bi tekoşînekê xurt were kirin.  Hêviya gelan pêk were û kongreya neteweyî were lidarxistin.”