ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 11 Sibat 2019
- Rojev
*Di sala 25'an de li Amedê "Yekemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn " hatibû lidarxistin, berdewamiya vê konferansê "Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn" wê vê salê di navbera 20-23 sibatê de li Qamişloyê bê lidarxistin. Ji bo konferansa ku amadekariyên wê li ber qedandinê ne wê bi sedan ciwan ji Rojhilata Navîn bicivîn.
*Nunera Kongreya Star a başûrê Kurdistan Cîhan Xelîl derbarê geşedanên dawiyê û rewşa ku li başûrê kurdistanê diqewime nirxandinên girîng kir got; " "Polîtîkayên ku li ser gelê başûrê kurdistanê tên meşandin polîtîkayên îmhakirinê ne. Tirkiye bi riye PDK’ê dixwaze başûrê kurdistanê dagir bike, lê civakê vê qebûl nake."
*Li Herêma Sanayî ya Tuşbayê nêzî 2 hezar dikan hene û nêzî 800 karkerî dixebitin. Karkerên niha li dijî krîza aborî berxwe didin, ji ber şaredariya AKP’ê ya heyî jî pirsgirêkan dijîn. Li sanayiyê her tim karker ji kar tên derxistin û hêviya esnafan HDP ye. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku grevên birçîbûnê mafdar û rewa ne û bang kir ku divê dawî li tecrîdê bê anîn. Tulay Hatîmogullari ya HDP’î jî daxuyakirin ku CPT heta niha berpirsyariya xwe neaniye cih û ji ber vê niha ev pêvajo tê jiyîn.
*Parêzera Sebahat Tuncel, Cemîle Turhalli der barê 29 sal û 3 meh cezayê li Gultan Kişanak û muvekîla wê Sebahat Tuncel hatiye birîn de axivî û diyar kir ku Sebahat Tuncel li dijî biryarê matmayî nemaye. Cemîleyê got Sebahatê ev tişt aniye ziman: “Ev biryar nîşan dide ku em çiqas mafdar in. Di vê pêvajoya tarî ya Tirkiye tê de ye de divê em hinek din fedekariyê bikin. Grevên birçîbûnê jî di vî alî de pêvajoyek ku em fikrên xwe îfade dikin e.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Hulya Gulbahar û ji Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkun der barê qanûna hejmar 6284 a jinan bi têkoşînê bidest xistiye û Peymana Stenbolê de axivîn û diyar kirin ku hewl tê dayîn ev ji wateya wan bê durxistin û got astengkirina nefeqê jî bi piştgiriya dewletê pêk tê. BI DÎMEN
*Der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de, bi hinceta parvekirina hashtaga #CPTactForOcalan a der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û tevlîbûna daxuyaniya operasyonên 9’ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve du fezleyên cuda hatin amadekirin.
*Hezne Arslan ku keça xwe Hacer di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de winda kir, her pêncşemê diçe ser gora kur û birayê xwe, di navbera her du goran de rûdine û ji bo gora sêyemîn têdikoşe.