Pervîn Buldan: Her dengekî ji HDP'ê re bê dayîn wê ji bo pêşroja jinê be
- 15:38 10 Sibat 2019
- Ramyarî
AMED - Hevserpka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe wekheviyê diparêzin û ev tişt got: "Em temsîliyeta jinê diparêzin û têkoşîna ji bo ku jin bi îradeya xwe yekser tevli siyasetê bibe didin. HDP pêdiveke jiyanî ye ji bo jinan. Ji ber vê parastina HDP'ê parastina jinê ye. Her dengekî ku ji HDP'ê re bê dayîn wê ji bo pêşeroja jinê be."
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beyannameya hilbijartinê ya 31'ê Adare aşkere kir. Di şahiya danazina namzetan û beyannameyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemir, Endamên Meclîsa Jinan, Parlamenterên Jin ên HDP'ê, Endamên Jin ên MYK'ê û gelek jinên nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Li salonê pankartên "Jin bi hevre ber bi demokrasiya herêmî ve" "Ji tundiya li dijî jinan re bes e", "Xizanî ne qeder e", "Dîsa ji nû ve hevserokatî û xemrî xeta me ye", "Jin jiyana komînal bi hev re ava dikin", "Ji xezpa vînê re bes e" û "Em dê jiyana Ekolojik demokratik û zayendiya wekhev bi hev re ava bikin." "Jin bi hevre ber bi demokrasiya herêmî ve" vekirin.
Jinan bi cilên xwe yên neteweyî govend gerandin. Jinan bê navber lîrandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Leyla Guven rûmeta me ye", “Jin jiyan azadî" û “Şehit namirin” berz kirin. Jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bi dirûşme, çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin. Ewil sînevîzyon hat pêşandan û piştre strana Meclîsa Jinan a HDP'ê ya “Jin bi hev re” ku jinên NÇM'ê Amade kirine hat naskirin.
'Berxwedana wan berxwedana me ye'
Di bernameyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan a ku axivî jî wiha got: "Em jin di hilbijartinek din de dîsa bi ked û îdîayek mezin pêşwazî dikin. Em coşek mezintir dijîn. Ji bo em danezana xwe aşkere bikin em li vir kom bûn. Ez bi rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû jinên ku di têkoşîna azadî u demokrasiyê de jiyanaxwe ji dest dan ditewînim. Leyla Guven û hemû hevalên ku di greva birçîbûnê de silav dikim. Leyla Guven îro 95 rojin li dijî tecrîdê di grevê dte ye. Soza wan soza me û berxwedana wan berxwedana me ye. Slavên xwe ji hemû hevalên jin û Figen Yuksekdag, Gultan Kışanak, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Aysel Tugluk re dişînim. Ji ber ku ew qas ji hêza we ditirsin deriyê zindanan li we vekirine û we davêjin zindanê. Jin li her derê ne. Ji ber vê yekê berxwedan jî li her derê ye. Wekî Roza got em hebûn, em hene û emê hebin. Jin Leyla nin. Li Amedê li ber xwe dide. Jin Sebahat, Selma, Gultan nin li Zindanan li ber xwe didin. Bijî têkoşîna me ya mafdar."
'Em di nav şoreşê de şoreşek nû ava dikin'
Pervîn, bal kişand ser hilbijartina 31'ê Adarê û wiha lê zêde kir: "Ji hilbijartinê re hindik ma. Em di nava şoreşê de şoreşek nû ava dikin. Ji bo nûnertiya wekhev me modelek nû ava kir. Ji bo vîna jinê xurt derkeve pêş kota jinêkêm e. Ji ber vê yekê me pergala hevserokatiyê pêş xist. Em bi pergala hevserokatiyê ketin sala 2014'an. Me li hemû şaredariyên ku me bi dest xist pergala hevserokatiyê xist meriyetê. AKP'ê li 75 bajaran namzetên xwe aşkere kir. Tenê 1 jin e. Partiyên din jî ne pir cuda ne. AKP'ê ji ber ku bi awayeki hiqûqî û demokratîk şaredarî bi dest nexist niha bi awayekî dijhiqûqî şaredariyên me xesp kirin. Jin mahkûmî metîngerî û koletiyê kirin. Di serdema AKP ê de mirin, koletî, xizanî û bê edaletî bû para jinê."
'Jina azad civaka azad e'
Pervîn, cezayê ku li Sabahat, Gultan û Selma birîn jî rexne kir û wiha got: "Jina azad civaka azad e. Ji bo em civakek azad ava bikin em pêşengiyê dikin. HDP mîsogeriya maf û azadiya jinê ye. Parastina HDP'ê parastina jinê ye. Em ê bi hev re jiyanê dewlemend bikin. Em ê bi hev re li şûna hişmendiya qeyûman vîna jinê pêş bixin. Jin bi HDP'ê li jiyanê xwedî derdikevin. Di vê hilbijartinê de em jin dê dijminantiya jiyanê rawestînin. Em destûr nadin êdî mafê jinê bê xizp kirin û bindest bijîn. Jin dê li bajarê xwe netirsin û rastî tundiyê neyên. Lê li bajarê xwe neyên kuştin. Dê jin neçarî koçberiyê nebin. Jin dê li bajar û welatê xwe azad û xwedî mafê wekhev bijîn. Ji ber ku jin dê bajaran bi rêve bibin. Em dê bajarên xwe paşve bistinin. Li dijî yek zilamî û rejîma mêr em jin pir in. Em rengîn in. Em dê jin li hemû qadan dest bidin hev û bi yekîtiya hêzê biqîrin. Kolan, gund û şaredarî yên me ne. "
Piştre sînevîzyona ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên zindanan hat pêşandan."