Gulistan Kiliç Koçyigît: DMME hevkarê Komkujiya Cizîrê ye
- 15:14 10 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Civîna 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a HDK’ê de axivî û got: “DMME hevkarê Komkujiya Cizîrê ye.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna xwe ya 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a li navenda xwe ya giştî ya li Taksîmê pêk anî. Gelek kes beşdarî civînê bûn û civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir.
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît piştî deqeyek rêzgirtinê di civînê de axivî û wiha got: “Ez ji malbatê 21 kesên di avahiya li Kartalê hilweşiya de jiyana xwe ji destdan re sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazim. Sedema hilweşandina avahiyê, qanûna ‘Efoya avakirinê” ya AKP’ê derxistiye ye. Dema qanûna Efoya avakirinê hat derxistin, HDP li dijî wê derket. Ev qanûn ne qanûna avakirina avahiyên bû, qanûna komkujiyan bû. Ji ber polîtîkayên rantperest li vî welatî her roj mirov jiyana xwe ji dest didin.”
'AKP û MHP ker in'
Gulistan, di dewama axaftina xwe de ev tişt rêz kirin: “Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 95’an de berdewam dike. Ev 95 rojin tifaqa AKP û MHP’ê tu gavan navêje. 95 rojin ker û lal bûne. Tecrîd welat ber bi tarîtiyê ve dibe. AKP’ê mafê xwestin aştiyê jî ji holê rakiriye. Akademîsyenên aştî xwestin tên darizandin. Aştî dilpakiyek mezin e. Em bi her awayî AKP’a ku dixwaze aştiyê ji holê rabike red dikin. Divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin.”
'EM biryara DMME'yê qebûl nakin'
Koçyigît, di dawiya axiftina xwe de wiha got: “Biryara DMME ya ji bo bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn em qebûl nakin û şermezar dikin. Li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. DMME bi biryara dayî bûye hevkarê komkujiya li Cizîrê hat jiyîn.”
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.