Bi govendê ‘hestên etnîk tahrîk kirine!’
- 09:09 10 Sibat 2019
- Hiqûq
ŞIRNEX - Der barê 5 jê jin 6 kesî de bi hinceta li Şirnexê di çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenter ji bo piştgiriya Leyla Guven, ketinê de, govend gerandin, lêpirsîn hat vekirin û piştî lêpirsînê bi hinceta ‘hestên etnîkî tahrîk kirine û rêxistin xwedî kirine’ îdianame hat amadekirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin ket roja 95’an. Her wiha kesên piştgiriyê didin Leyla Guven jî di bin zextan de ne. Polîsan berê jî bi ser avahiyên HDP’ê ku lê grevên birçîbunê dihatin kirin de girtin û çalakger binçav kirin. Li Şirnexê jî der barê 5 jê jin 6 kesî de bi hinceta çûne serdana çalakiya greva birçîbûnê û govend gerandine, lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî îfadeyên hatin girtin şûnde îdianame hat amadmekirin û bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kirine’ doz hat vekirin.
Di nav de parlamenterên HDP’ê jî hene bi dehan siyasetmedar, di 2-3-4’ê Kanûnê de li Stenbol, Eneqere û Mersînê, di 7-8-9’ê Kanûnê de jî li Muş,Şirnex û Mêrdînê çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîbûn. Li Şirnexê parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz ketibûn grevê û 3 rojan gel bi serdanan piştgirî dabû parlamenteran. Her roj bi stran û govendan derbas bû û di dawiya roja 3’emîn de bi daxuyaniyek çapmeniyê çalakî bi dawî bibû.
Piştî grevê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyeta Şirnexê bi telefonê li 6 kesî geriya û ji bo îfadê gazî wan kir. Ligel parêzeran îfada 6 kesî hat girtin û der barê wan de bi sûcdariya ‘civîn û meşên li dij qanûnê pêk anîne’ li Dadgeha Cezaya Asliyê ya Şirnexê di çarçoveya lêpirsînê de îdianame hat amadekirin. Dadgehê îdianame lêkolîn kir û piştre dosya şand Dadgeha Cezaya Giran.
Pirsa ‘kê got govendê bigerînin?’
Piştî şandin Dadgeha Cezayê Giran şûnde du dosyaya ku wê dîroka runiştinê wê bê diyarkirin de navên van kesan cih digire:Resul Sadak, Emîne Ozek, Taybet Tatli, Zeynep Begenîr, Şadiya Bîlîr û Akîde Bulut. Dema ji bo îfadeyê hatibûn gazîkirin emniyetê ev pirs pirsî bûn; ‘we çima govend geran?’, ‘Kê got govendê bigerînin?’, ‘Di govendê de kîjan stran hatin gotin?’, ‘Kê gazî wek kir?’, ‘Armanca çûyîna we ya wir çibû?’ hatin pirsîn.
Dîroka runiştina dozê piştî ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve hat lêkolînkirin wê teqez bibe.