ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 10 Sibat 2019
- Rojev
* Jina Koçer a bi navê Stîyê Mustefa bi salan e ku bi keda destên xwe merşan çê dike û dibêje heta emrê wê hebe ew ê dev ji çêkirina merşan bernede.
*Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Meyada El-Îbrahîm derbarê perwerdeyê de axivî û got:"Em wekî jinên ofisa perwerdeyê hewl didin ku bêtir bi hêz bibin û di warê pêrwerdeyê de xwe pêş bixin. Em alîkariya jinên ku nexwendine dikin da ku civak jî pêş bikeve."
*Der barê 5 jê jin 6 kesî de bi hinceta li Şirnexê di çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenter ji bo piştgiriya Leyla Guven, ketinê de, govend gerandin, lêpirsîn hat vekirin û piştî lêpirsînê bi hinceta ‘hestên etnîkî tahrîk kirine û rêxistin xwedî kirine’ îdianame hat amadekirin.
*Namzeta Hevşardariya Sîlopiya Şirnexê Adalet Fîdan diyar kir ku piştî hilbijartinan dema şaredariyan bigirin yekem karê wan ev e ku saziyên hatine girtin, ji nû ve vebikin. BI DÎMEN
*Xwarina navdar Buryana Bedlîsê ku ji goştê bizinê di tenûrên taybet de tê pijandin, bi dîroka xwe ya 750 salî, wek çandek girîng ya mutbexan cihê xwe diparêze. BI DÎMEN