Ji ber berfê li Dêrsimê 104 rêyên gundan hatin girtin

  • 14:04 9 Sibat 2019
  • Rojane
DERSÎM - Li Dersîmê ji ber berfa zêde dibare rêya 104 gundan hat girtin. 
 
Li Dersîmê 3 rojin berf dibare. Ji ber berfa zêde li navçeyên Qislê, Xozat, Pilomiraya û Pilûrê li hin cihan heta 3 metreya berf bilind bû. Li tevahiya bajar û navçeyan ji ber berfa zêde rêya 104 gundan hat girtin. Yekîneyên rêyên bejayî û Îdareya Bajar a Taybet jî ji bo rêyan vekin xebatên wan didomin.