‘Dema tecrîd bişkê wê gelên Tirkiyeyê bigihêjin aştiyê’

  • 09:28 9 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Jinan diyar kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê kişandin divê zêdetir xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û wiha got: “Dema parêzer bikaribin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, dema ji mafên qanûnî fêde bê girtin wê di qada siyaseta demokratîk de riyek din vebibe. Dema ev tecrîd bişkê wê gel bigihêjin aştiyê.”
 
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 94’an de berdewam dike. Piştî Leylayê li girtîgehên cuda grevên dest pê kiribûn jî didomin.
 
Jinên li Stenbolê diyar kirin ku rakirina tecrîdê ji bo Tirkiyeyê wê pêngavek girîng be û bang kirin ku divê zêdetir xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê bê derketin.
 
‘Ev gel natirse’
 
Dîlek Başaran diyar kir ku divê tecrîd baş bê fêmkirin û wiha got: “Li ser hemû gelên Tirkiyeyê tecrîd pêk tê. Bi sedsalane em dibînin, di esasê de pêşengên şoreşan jin in. Jinên me jî di tevgera azadiya Kurd de pêşeng in. Greva Leylayê daye destpêkirin li hemû cîhanê deng da. Divê em jî vî dengî bilind bikin. Em ê bi ser kevin. Me gelek bedel dan. Em ê hîn bêtir bidin.  Lê ev gel natirse.  Girtin û binçavkirin tenê hêrsa me mezin dike. Em ê bi vê hêrsê teqez qezenc bikin. Hemû hevsengiya Rojhilata Navîn bi gotinek Abdullah ocalan dikare biguhere, dikare riya siyasetê diyar bike. Her kes jî vê dizane. Ji ber vê jî ditirsin.  Ger tecrîd rabe, dizanin ku wê hemû hevsengî biguhere.”
 
‘Em hemû tên tecrîdkirin’
 
Ela Hasanoglu jî got grevên birçîbûnê banga dawî ya têkoşînê ye û got girtiyan bedena xwe danîne holê û berxwedanê dimeşînin. Elayê ev tişt daxuyand: “Ev tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li ser me hemûyan pêk tê.  Ger pisgirêk çareser bibe, nokteya divê destpêkirinê ev e.  Bi rakirina tecrîdê re wê hawira aştiyê jî bê avakirin. Gelên me ji her alî de hatine çewisandin.”
 
Hurî Dogan jî  bi lêv kir ku di têkoşîna azadiya jinên Kurd de cihê Abdullah Ocalan gelek mezin e û ji ber vê jî tecrîd di esasê de li ser hemû jinan jî pêk tê. Hurî bang li hemû gelê Kurd kir û got; "Birêz Ocalan em hemû hişyar kir, em jî ranezên."