Ofrî Dag a gerok: Ez xwe bi çopê xwedî dikim

  • 09:19 9 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Ofrî Dag a gerok ya ji Israîlê ku xwe ji çopê xwedî dike, diyar kir ku çop têgeheke ku çanda bikarhêneriyê empoze kiriye û wiha got: “Ev jî çanda bikarhêneriyê xwedî dike.”
 
Ofrî Dag a Israîlê, Dandelîon Lakewood yê ji DYA’yê  ku ji kesên gerok yên sînor nasnakin e, li welatên digerin hewl didin freeganîzmê (bê perebûnê) vebêjin.  Ofrî Dag bi lêv kir ku her cureyê xurek û alavan, dikare bê veguhertin û  got çanda bikarhêneriyê û kapîtalîzm , teşeyê jiyanek dijber diparêze.
 
Ofrî ku sala borî di meha gulanê de li Polonyayê dest bi gera xwe kir, li Zagrepteyê, Dandelîon Lakewood nas kir û riya xwe bi wî re berdewam kir. Ofrî ku li 20 welatî geriya, bi Dandelîon re hewl dide, balê bikşîne çavkaniyên tên ziyankirin û çanda bikarhêneriyê. Ofrî û Dandelîon bi muzîka kolanê re pere qezenc dikin lêçûna riya xwe derdixin û li ser çapemeniya civakî jî vîdeoyên xwarina ji ser çopê kom dikin, parve dikin.
 
‘Xurek zêde tê ziyankirin’
 
Ofrî daxuyakirin ku bi taybet xurek zêde tê ziyankirin û wiha pê de çû: “Ez 3 salan vegan jiyam. Lê min biyar da ku ev têr nake. Min fêm kir ku xwarinên cihê wan yê tê bikaranîn, dikare bê xwarin.  Ev ji bo cil û her wekî din jî derbas dibe. Bi mehan e wisa dijîm. Ji çopê xwarin dîtin, wek rewşek biçûkxistinê tê dîtin.  Ev jî çanda bikarhêneriyê xwedî dike. Dibe sedema biyanîbûna li hember kedê.  Xurek û her cureyê çavkaniyê divê baldarî bê bikaranîn. Divê çop li gorî ku bê veguhertinê  bê parastin. Li Îzmîrê tevî evqas tişt tê ziyankirin, dîtina xwarinek paqij zehmet e.  Çavkaniyên cîhanê têk çûne. Her roj ji ber qirêjbûnê 140 cureyê nebat û sewalan tune dibe. Kesên naxwazin ji çopê xwedî bibin, qe nebe divê ji hilberînerên herêmî dan û standê bikin.  Her kes ji bo çandiniya xwe bike divê têkoşînê bidin.”