Jinên Efrînê: Têkoşîna me didome
- 09:03 9 Sibat 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku tevî hemû tengasiyan ew jiyana xwe didomînin û gotin:"Têkoşîna me didome. Em gelek zehmetiyan dibînin lê ev zehmetî nabin asteng ku em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berdin."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Şehbayê bi cin bûn û niha têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin. Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku tevî hemû tengasiyan ew jiyana xwe didomînin û gotin:"Em gelek zehmetî dibînin. Rojek li ber çavên me dibe wekî salekê. Lê em dîsa jî ranawestin. Em ê Efrînê ji dagirkeran re nehêlin."
'Gelê Efrînê bi hev re jiyanek wekhev dijîn'
Jina bi navê Fehîme Mihemed a ji Herêma Efrînê ye wiha axivî û got: "Gelê Efrînê bi hev re jiyanek wekhev dijîn. Hemû bi hev re dibin alîkar, em pir zor û zehmetiyan dibînin. Her roj em avê ji kalonan dikşînin. Lê ev zehmetî nabe sedem ku m dev ji berxwedana xwe berdin."
'Niha em li vir bi hev re têkoşîna jiyanê didin'
Ji aliyeke din ve jî, jina bi navê Selme Toşo ya ji herêma Efrînê û niha li kampa Berxwedanê ya Kantona şehbayê bi cih bûye jî dibêje:"Ji ber ku niha zivistan e dinya sar e, herî heye. Ji ber ku şerdên zivistanê giranin loma zehmetiya ku em dibînin zêde dibe. Niha em li vir bi hev re têkoşîna jiyanê didin."
'Têkoşîna me didome '
Jina bi navê Zelox Henan jî wiha got:"Em berî her tiştî dixwazin dîsa vegerin Efrînê û Efrîn rizgar bibe. Em her amadene ji bo rizgarkirina Efrînê. Em pir zehmetiyan li vir dibînin, lê em ê ji bo Efrînê her dem li berxwe bidin. Kîna me ya li dijî Erdogan tu carî naqede. Têkoşîna me didome. Em gelek zehmetiyan dibînin lê ev zehmetî nabin asteng ku em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berdin.Em gelek zehmetî dibînin. Rojek li ber çavên me dibe wekî salekê. Lê em dîsa jî ranawestin. Em ê Efrînê ji dagirkeran re nehêlin."