ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 9 Sibat 2019
- Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku tevî hemû tengasiyan ew jiyana xwe didomînin û gotin:"Têkoşîna me didome. Em gelek zehmetiyan dibînin lê ev zehmetî nabin asteng ku em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berdin."
*Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne û di bin xaniyên hilweşandî hem dilîzin hem jî perwerdeya dibistanê dibînin, tînin ziman ku ew bêriya lîstikên li Efrînê dikin û dibêjin ku ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û dîsa lîstikên xwe li wir bilîzin. DÎMEN HEYE
*Zaroka bi navê Hîba El-Sewasê ya ku destên wê bi topa hewanê ya DAÎŞ'ê hatiye jêkirin anî ziman ku ew niha tevî hemû zehmetiyan diçe dibistanê û têkoşîna jiyanê dide. Hîbayê got ku wê qet hêviya xwe winda nekiriye û ew ê heta dawiyê li berxwe bide.
* Ofrî Dag a gerok ya ji Israîlê ku xwe ji çopê xwedî dike, diyar kir ku çop têgeheke ku çanda bikarhêneriyê empoze kiriye û wiha got: “Ev jî çanda bikarhêneriyê xwedî dike.”DÎMEN HEYE
*Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê parlamenterên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muazzez Orhan, Pero Dundar û Remziye Tosun de bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kirine’ fezleke hat amadekirin. Perdo Dundar diyar kir ku fezleke ji pêvajoyê ne serbixwetirin û bi taybet der barê parlamenterên ku namzetên hevşaredariyê ne de fezleke hatiye amadekirin.
*HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Îdirê ku Terekeme ye Eylem Çelîk nirxandin kir. Eylemê diyar kir ku 1’ê Nîsanê gelên Tirkiyeyê dê li bihara gelan şiyar bibin û got ku dê bi HDP’ê her tişt biguhere. BI DÎMEN
*DDB’ê îtîraza ji bo rayeya birîna mehrê ya ji bo meleyan, hatibû kirin red kir. Zuleyha Gulum der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ev nêzîkatiya li hember zarokan nîşan dide û got wê desturê nedin ku parastina mêr ya ji aliyê darazê ve.BI DÎMEN
*Jinan diyar kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê kişandin divê zêdetir xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û wiha got: “Dema parêzer bikaribin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, dema ji mafên qanûnî fêde bê girtin wê di qada siyaseta demokratîk de riyek din vebibe. Dema ev tecrîd bişkê wê gel bigihêjin aştiyê.”
*Meral Daniş Beştaş diyar kir ku çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku roja 94’an li pey xwe hiştiye, bi zanebûn nehatiye rojeva hikûmetê û got: “Bêdengiyek bi zanebûn heye. Ev jî polîtîkayek ji bo tecrîd neyê dîtin û bê veşartin, tê meşandinê ye.”BI DÎMEN
*Kesên ku dîroka jinê xwendibe û zanibe ku jin çiqas pîroz e û zanibe ku jinê ji bo hebûna mirovahiyê û parastina xwezayê çi ked û tekoşîn daye ew ê wateya peyva,''jin jiyan e'' bêtir fêm bike. Jin jiyan e, wekhevî ye, xweza ye, bereket e, rahmet û rûmet e. Mijara jinê, bi qeysa ‘wateya jiyanê’ kûr û fireh e. Em ê îro behsa dîroka jinê bikin ku bê ka jin, ji kîjan astê, ber bi kîjan astê ve çûye. JI PÊNÛSA JINAN