Dewreya Perwerdeyê ya Avesta Xabûr bi dawî bû

  • 17:17 8 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Dewreya Perwerdeyê ya ku li Hêrêma Cizîrê bi navê Avesta Xabûr hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.  Li ser navê mamosteyên Jîneolojiyê yên Herêma Cizîrê daxuyanî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ya girtiyan de daxuyanî hat dayin. 
 
Dewreya Perwerdeyê ya ku li Akademiya Jîneolojiyê ya Hesekê ya Hêrêma Cizîrê bi navê Avesta Xabûr hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.  Li ser navê mamosteyên Jîneolojiyê yên Herêma Cizîrê daxuyanî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ya girtiyan de daxuyanî hat dayin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê yên girtîgehan û deverên dinê  silav dikin û piştevaniya xwe ya ji bo wan didin nîşandan. Leyla Guven li ser rêya Zîlanan, Axînan, Barînan ew qehremaniya xwe ya bêhempa di roja 93'an de berdewam dike. Em tecrîda ser Rêber Apo şermezar dikin. Banga me ji bo gelê cîhanê jî taybetî jî jinên kurd ku dengê xwe bikin yek û bi yek helwestê têbikoşin. Her dem li ser piya bin, li hemû qadan cihê xwe bigirin ta ku bi destê jinan tecrîda li ser Rêber Apo tê bê rakirin. Em soz didin li ser rêya Leylayan û hemû hevalên wê têkoşîna azadiyê bimeşînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên 'Bijî berxwedana zindanan', 'Bijî Serok Apo' û 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.