Li Enqereyê jin ji bo Leyla Guven kom bûn

  • 14:54 8 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Jinên ku li Enqereyê ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re kom bûn, diyar kirin ku ew ji bo deng bidin çalakiya Leylayê kom bûn .Jinan di daxuyaniya ku dan de, bal kişandin ser tecrîd û grevên birçîbûnê.
 
Jinên enqereyê bi dirûşma, "Em ji bo mafên mirovan, niqaşkirina binpêkirina mafên mirovn ê jinê niqaş bikin û piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrg ê Leyla Guven a ku çalakiya xwe di roja 93'emîn de berdewam dike tên gel hev" li ber Hotel Mîdî civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
'Em ê vî dengî zêde bikin'
 
Beriya daxuyaniyê  Endama Meclisa Jinê Sultan Ozcan axaftinek kurt kir û wiha got: "Xewzî em ji bo demên xweş îro kom bibûna.  Lê îro rewş cuda ye û em bi îktîdareke ku li gorî qanûnê tevnagere re rûbirû ne. Leyla Guven 93 roj e di greva birçîbûnê de ye. Em jinên Enqereyê ji bo bibin dengê Leyla Guven li vir kom bûne û ji bo ku em vî dengî zêde bikin em li vir in."
 
'Em ji bo mafê jiyanê li vir in'
 
Piştî Sultanê li ser navê jinan Endama Meclisa Jinê ya HDP'ê  Nur Aytemur daxuyanî xwend.  Nur diyar kir ku ew ji bo mafên jiyanê kom bûne û wiha berdewam kir: "Leyla Guven di roja 79'emîn a çalakiya xwe de ji girtîgehê hat tehliyekiirn. Niha li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe didomîne.  Li girtîgehan ji 291 gitî niha bi armanca piştevaniya çalakiya Leylayê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê daroveger de ne.  Di nava girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne Sebahat Tuncel û Selma Irmak jî hene."
 
'Tecrîd hemû mafên me dorpêç dike'
 
Nur di berdewamiyê de diyar kir ku daxwazên Leyla Guven qanûnî ne û li gorî hiqûqa navneteweyî ne. Nur wiha berdewam kir: "Leyla guven dibêje 'ji bo ku her girtiyek ji mafê xwe yê qanûnî yê hevdtîina bi malbata xwe re sûdê bigire ev çalakî da destpêkirin .Ev tecrîd tenê ne li ser kesekî li ser gelekî heye. Ez jî wekî kesek ji wî gelî  min mirin daye ber çavên xwe'. Ev tecrîd di heman demê jiyana me dorpêç dike."
 
Piştî daxuyaniyê jin ji bo ku balê bikişîtn ser rewşa Leyla Guven nêrînên xwe anîn ziman û piştre civîn bi dawî bû.