Li Mêrdînê binçavkirinên hilbijartinê

  • 13:51 8 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Duh saetên serê sibehê li Mêrdînê rêvebirên HDP û DBP’ê yên ku hatin binçavkirin, dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
 
Bi lêpirsîna ku Serdozgeriya Komara Mêrdînê duh da destpêkirin 10 endam û rêvebirên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne: “Alî Sîncar, Abîdîn Unay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Berîtan Onen, Şehmus Çalkan, Musa Binbîr, Huseyîn Alper, Kahraman Samaras û Vedat Abukan.”
 
Di derbarê Hevseroka HDP’ê Eylem Amak de jî biryara binçavkirinê hatiye dayin.
 
Sedema binçavkirinê hat zanîn ku ji ber HDP’ê di 30’ê Çileyê de bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ve bernameya nasîna namzetên hevşaredaran e. Di nasîna bernameyê de ji ber “Çerxa Şoreşê” hatiye xwendin û ji bo kesên ku jiyana xwe dest dane deqeyekî rêz hatiye girtin bi îddîaya “propagandaya rêxistinê” kirine, hatin binçavkirin.    
 
‘Ev operasyonek dijhiqûqî ye’
 
Parêzer Kenan Angay, anî ziman ku binçavkirinên ku hatine kirin bi talîmata Serokê Karê Hundir Suleyman Soylu ve hatiye dayîn û wiha got: “Daraz ketiye bin rêvebiriya desthilatdariyê. Qayim tayînê darazê hatiye kirin. Ev operasyonek dijhiqûqî ye.”
 
Rêvebirên HDP û DBP’ê yên ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên kirin dema binçavkirina wan dirêjî roja duşemê hat kirin. Bendêne ku îfadeya kesên ku hatine binçavkirin roja duşemê bê girtin.