Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê tê Tirkiyeyê
- 13:16 8 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku Delagasyona Aştiyê ya Navnetewî ya Imraliyê ku ji welatên cuda ji 9 akademîsyen û aktîvîstan pêk tê, di navbera 11-16'ê Sibatê de dê bên Kurdistan û Tirkiye yê. Şande ji bo hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne, dê serî li Wezareta Dadê bide.
Hat diyar kirin ku Delagasyona Aştiyê ya Navnetewî ya Imraliyê ku ji welatên cuda ji 9 akademîsyen û aktîvîstan pêk tê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di navbera 11-16'ê Sibatê de bên Kurdistan û Tirkiyê û hinek hevdîtinan pêk bîne.
Şande ji dîrokzanê Izlandî Ogmundur Jonasson, sendîkavanê Ingilîz Manuel Cortes, aborîzanê Arjantînî û çalakgerê mafê mirovan Beveryl Ann Keene, hiqûqnasê Ingilîz Paul Scoheley, aktrîsê Ingilîz Maxîne Peak, xwedekarê felsefeyê yê DYE'yî Connor Hayes, sendîkavanê Ingilîz Tony Burke, nivîskarê Ingilîz John Hunt û hunermendên wêneyan û dergehêner ê Ingilîz Jonathan Spaull pêk tê.
Şande ji bo li Imraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bîne, dê serî li Wezareta Dadê bide. Şande dê di 12’ê Sibatê de jî hevdîtinek ligel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan pêk bîne û di heman rojê de dê li navenda HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bide. Têgotin ku dê şande heman rojê bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re, Weqa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) re û Sendîkayâ Kedkarên Kamûyê re jî bicive.
Şande 13'ê Sibatê dê derbasî Amedê bibe, ger şert guncav bibin wê Leyla Guven, ku hê jî di greva birçîbûnê de ye bibîne. Şande wê nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Amedê jî bibîne.
Şande 14'ê Sibatê wê nûnerên KCD'ê, nûnerên DBP'ê û Dayikên Aştiyê bibîne.
Piştre jî şande dê derbasî Stenbolê bibe û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê re rûne.
Du endamên şandeyê Ogmundur û Connor beriya hevdîtinên li Enqerê dê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ya Fransayê bikin.