Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan

  • 13:15 8 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 malbatên din ên xizmên wan li Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbatên ku xizmên wan li Îmraliyê girtî, bi armanca bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a ÎMraliyê û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, bi daxwaza hevditinê bikin serlêdan kirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, bi armanca biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriyê dan. Birayê girtî Hamîli Yildirim, Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar, Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş, Sabiha Aslan bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dan. 
 
Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin kiribû. 
 
Duh parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Îmraliyê û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Îbrahim Bilmez û Cengiz Yurekli, bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 788’emîn serî li serdozgeriye dan. Lê serledana parêzeran dîsahat redkirin. 
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 787 caran serlêdan kirin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin red kirin.