Li Şehbayê xwepêşandana ji bo şermezarkirina 15'ê Şibatê hat lidarxistin
- 11:19 8 Sibat 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin neteweya demokratîk mîsoger bikin" bi pêşengiya Kongreya Star li Şehbayê xwepêşandana ji bo şermezarkirina 15'ê Şibatê hat lidarxistin.
Bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin neteweya demokratîk mîsoger bikin" bi pêşengiya Kongreya Star li Şehbayê xwepêşandana ji bo şermezarkirina 15'ê Şibatê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn gotin:"Em wekî jinên Efrînê roja reş şermezar dikin. Heta ku Serokê me azad bibe em ê her di nava çalakiyan de bin."
Şerîha Elî ya ji Efrînê wiha got:"Em komployê şermezar dikin. Em dibêjin ku heta pergala îmraliyê parçe bibe em ê her di nava çalakiyan de bin."
Jina bi navê Meyesa Sîdo wiha got:"Em ji bo azadiya Rêberê xwe derketin qadan. Em tu carî qebûl nakin ku Rêberê me di zindanan de bijî. Em dixwazin Rêberê me bi me re bijî."
Naziliyê Xelîl a ji Efrînê wiha got:"Em 15'ê Sibatê şermezar dikin. Ev ji hemû gelan rojek reş e. Dewleta tirk a faşîst Serokê me kiriye zindanan. Em bê Serok nikarin jiyana xwe bidomînin. Em ji êrîşîn dewleta tirk jî natirsin em ê li berxwe bidin û dîsa vegerin Efrîna xwe."
Jina bi navê Sedîqa Mustefa Sîdo wiha got:"Em ji Rêberê xwe re slavên germ dişînin û em 15'ê Sibatê roja reş şermezar dikin. Bangewaziya min ew e ku gelê Kurd bibe yek û ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo çalakiya Leyla Guven dengê xwe bilind bikin."
Zeyneb Hisên jî wiha got:"Em dixwazin Serok Apo azad bibe. Em her dem ji bo azadiya Rêberê xwe dixebitin. Em wekî jinên Efrînê roja reş şermezar dikin. Heta ku Serokê me azad bibe em ê her di nava çalakiyan de bin."