Jinên di greva birçîbûnê de li ser laçika spî hatin xêzkirin

  • 10:49 8 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Mamoste û Wênesaz Fatoş Îrven, Leyla Guven a ku 93 roj e di greva birçîbûnê  de ye û rojnamegera girtî Kîbriye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez ku 55 roj in di grevê de ne li ser laçika spî xêz kirin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Guven ku ji 8'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir çalakiya wê di roja 93'emîn de berdewam dike. Greva ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin li tevahiya girtîgehan belav bû. Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal  Omez û Evîn Kaya ku beriya Leyla bê tahliyekirin di heman qawûşê de diman jî dest bi grevê kiribûn û çalakiya wan di roja 55'emîn de berdewam dike. Hat diyarkirin ku rewşa tendirustiya her 3 girtiyan jî di xeterê de ye. 
 
Berxwedêrên greva birçîbûnê xêz kirin
 
Leya ya ku di 20 Çileyê de hat tehliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Leyla ya ku tendirustiya wê di xeterê de ye bi caran got ku heta daxwazên wê neyên qebûlkirin ewê çalakiya xwe berdewam bike.  Hat ragihandin ku Kîbriye, Hîlal û Evîn ên ku rojên krtîk ên çalakiyê roja 40'emîn û 50'emîn li du xwe hiştine her ku diçe dendirustiya wan têk diçe. 
 
Wênesaz û mamosteye Fatoş Îrven ku bi Leyla, Kîbriye, Hîlal û Evîn re di grtîgehê de ye li ser laçikeke spî bi pênûsa xwe her çar jinên berxwedêr xêz kirin. Fatoş li binê wêneyên ku xêz kirin wiha nivîsiye, "Li welatê me jin berî rojê şiyar dibin" û "Berxwedana Sara ji cihê mayî berdewam dike" Fatoşê navê her çar jinan jî li binê wêneyên ku xêz kirin nivîsî.