Asayîşa Hewlêrê careke din êrîşî çalakgerên greva birçîbûnê kir

  • 15:52 6 Sibat 2019
  • Rojane
HEWLÊR - Asayîşa Hewlêrê îro careke din êrîşê çalakgerên jin yên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û 5 xwendekarên Mexmûrê jî binçav kirin.
 
Endamên Meclîsa Îştar ku di 30’yê Çileyê de li ber nûnertiya NY ya Hewlêrê, li dijî tecrîdê û bi armanca destekdayîna Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn, careke din rastî êrîşa asayîşê hatin.
 
Hêzên Asayîşa Hewlêrê îro saet derdora 14.00’an de hatin ber nûnertiya NY û êrîşê çalakgeran kirin. Di êrîşê de hemû tiştên çalakgeran hatin desteserkirin. Her wiha 5 xwendekarên kampa Mexmûrê ku bi armanca destek dayîna hatibûn cihê çalakiyê, hatin binçavkirin.
 
Ji xwendekarên hatine binçavkirin navên 4 kesan wiha ne,
 
Egîd Uren
 
Orhan Îke
 
Hisên Tallî
 
Xebat Mistefa
 
Tevî êrîşê jî çalakiya jinan berdewam dike.
 
Asayîşa Hewlêrê di 31’ê Çileyê de jî êrîşê çalakgeran kiribûn û çadira wan desteser kiribû. Her wiha piştî çalakî hatiye destpêkirin, li ser kampa penaberan ambargo hatibû danîn.