Asayîşa Hewlêrê careke din êrîşî çalakgerên greva birçîbûnê kir 2019-02-06 15:52:04   HEWLÊR - Asayîşa Hewlêrê îro careke din êrîşê çalakgerên jin yên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û 5 xwendekarên Mexmûrê jî binçav kirin.   Endamên Meclîsa Îştar ku di 30’yê Çileyê de li ber nûnertiya NY ya Hewlêrê, li dijî tecrîdê û bi armanca destekdayîna Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn, careke din rastî êrîşa asayîşê hatin.   Hêzên Asayîşa Hewlêrê îro saet derdora 14.00’an de hatin ber nûnertiya NY û êrîşê çalakgeran kirin. Di êrîşê de hemû tiştên çalakgeran hatin desteserkirin. Her wiha 5 xwendekarên kampa Mexmûrê ku bi armanca destek dayîna hatibûn cihê çalakiyê, hatin binçavkirin.   Ji xwendekarên hatine binçavkirin navên 4 kesan wiha ne,   Egîd Uren   Orhan Îke   Hisên Tallî   Xebat Mistefa   Tevî êrîşê jî çalakiya jinan berdewam dike.   Asayîşa Hewlêrê di 31’ê Çileyê de jî êrîşê çalakgeran kiribûn û çadira wan desteser kiribû. Her wiha piştî çalakî hatiye destpêkirin, li ser kampa penaberan ambargo hatibû danîn.