Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven semîner li dar xist

  • 14:42 6 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên ciwan li Kobanê  berxwedana Leyla Guven bi semînerekê slav kirin û komploya 15`ê  sibatê jî şermezar kirin.
 
Bi sedana endam û Rêveberiyên Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ên Kobanê û navçeyên wê li navenda Ciwanan ya Kantona Kobanê bi semînerekê  hatin gel hev û  berxwedana Leyla Guven slav kirin û  roja 15`ê sibatê şermezar kirin. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê endama koordînasyona Jinên Ciwan yên Bakurê Sûriyê Jiyana Koçer  ve hat dayin.
 
Di semînerê de rewşa Rêberê PKK Abdulah Ocalan û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên ku di Grava Birçîbûnê de hat nîqaş kirin.
 
Semîner bi silogana` bijî serok Apo` bi dawî bû.